• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Meletiyê pîrozbahiya Newrozê

    Li Meletiyê pîrozbahiya Newrozê

    Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê: Divê rêberê aştiyê azad be

    Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê: Divê rêberê aştiyê azad be

    Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

    Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

    Li Hezroyê pîrozbahiya Newrozê: Em azadî û yekîtiyê dixwazin

    Li Hezroyê pîrozbahiya Newrozê: Em azadî û yekîtiyê dixwazin

    ÎHDa Îzmîrê: Îbrahîm Tekîn demildest berdin!

    ÎHDa Îzmîrê: Îbrahîm Tekîn demildest berdin!

    Li Kopê pîrozbahiya Newrozê: Dema azadiya Abdullah Ocalan e

    Li Kopê pîrozbahiya Newrozê: Dema azadiya Abdullah Ocalan e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Meletiyê pîrozbahiya Newrozê

    Li Meletiyê pîrozbahiya Newrozê

    Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê: Divê rêberê aştiyê azad be

    Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê: Divê rêberê aştiyê azad be

    Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

    Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

    Li Hezroyê pîrozbahiya Newrozê: Em azadî û yekîtiyê dixwazin

    Li Hezroyê pîrozbahiya Newrozê: Em azadî û yekîtiyê dixwazin

    ÎHDa Îzmîrê: Îbrahîm Tekîn demildest berdin!

    ÎHDa Îzmîrê: Îbrahîm Tekîn demildest berdin!

    Li Kopê pîrozbahiya Newrozê: Dema azadiya Abdullah Ocalan e

    Li Kopê pîrozbahiya Newrozê: Dema azadiya Abdullah Ocalan e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salvegera Rizgarkirina Kobanê: Bi heman ruhî em biparêzin

Mahmût Altintaş / AW

26 ÇILE 2026 - 10:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Bi ser rizgarkirina Kobanê re 11 sal derbas bûn. Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz dema Kobanê ji aliye DAIŞê ve hat dorpêçkirin 6 mehan li ser sînorê Kobanê di nobeda berxwedanê de maye diyar kir ku Kurdan wê demê bi ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kirin û diyar kir ku divê niha jî bi heman ruhî were parastin.

 

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li bajarên rojavayê Kurdistanê gel rabû serhildanê û bi îlankirina kantonan xweseriya xwe ava kirin. DAIŞa ku arteşa 2 dewletan nekariye pêşî lê bigirê ji hêla Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekiniyên Parastina Gel (YPG) hatin têkbirin û bûn heviya gelan. DAIŞê di 13ê Îlonê 2014an de li dijî kantona Kobanê êrişeke mezin da destpêkirin. Piştî êrişa DAIŞê gelê Kurd her çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat rabûn ser pêyan. Li sînorên Nisêbîn a navçeya Mêrdînê û Pirsûsê ya Rihayê yên Bakurê Kurdistanê Kurd ber bi Kobanê ve herikîn. Li başurê Kurdistanê jî bi heman ruhî gelê Kurd berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Li qada navneteweyî jî gelek kesên azadîxwaz tevlî şerê li Kobanê bûn. Di encama berxwedaneke mezin de di 26ê Çileya 2015an de Kobanê rizgar bû û DAIŞ têk çû.

Têkçûyina DAIŞê û rizgarbûna Kobanê taybet ji bo gelê Kurd û ji bo gelên cîhanê bû hevî. Piştî rizgarbûna Kobanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin û ev rêveberî ser paradigmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat damezrandin. Li dijî pergala netewe dewlet a kapitalîzmê pergala Netewa Demokratîk ku wekhevî û azadiya gelan esas digirê, ji bo gelên bindest û ji bo gelên li herême bû ronahiyek. HTŞê ku ji berê ve wek El Nusra dihat binavkirin, bi têkibirina rejîma Baasê û bi piştgiriya hezên navneteweyî hat desthilatê û li dijî pirrengî û aştiya gelan re bû metirsî. Çeteyên girêdayî HTŞê li dijî baweriyên cuda û kêm neteweyên li Sûriyeyê şer da destpêkirin, ji civaka Elewî û Dûrziyan sedan welatî qetil kir û hêj jî li herêmê dibe sedema metirsiya komkujiyên nû.

Bi rûhê Kobanê gel di seferberiyê de ye

Piştî civîna Parîse ya di navbera HTŞê, Tirkiyê û Îsraîlê pêk hat, HTŞ çeteyên DAIŞ û yên giredayî Tirkiyeyê jî di nav de, di 6ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Piştî êrişên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çeteyan vê carê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser. Piştî êrişên çeteyan Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û li ser seferberiyê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gel herikî qadan û tevlî seferberiyê bû. Bajarê Kobanê careke din ji aliye çeteyên weke DAIŞ, SMO, HTŞ û Tirkiyeyê ve hat dorpêçkirin û li dijî dorpeçe gelê Kurd ji bo parastina destkêftiyên şoreşê daketin qadan. Dayika Aştiyê Meyaser Kokmaz ku di dema berxwedana Kobanê de 6 mehan li ser sînorê Kobanê yê navçeya Pirsûsê di nobeda berxwedanê de bû anî ziman ku bi rihê yekitiyê çawa Kobanê hat rizgarkirin, divê bi heman rihî jî were parastin.

‘Heta Kobanê rizgar bû di nobe de bûn’

Meyaser Korkmaz bi lêv kir ku ew heta rizgarkirina Kobanê li ser sînor di nobede de bûnê û derbarê wê nobetê de wiha qal kir: “Piştî DAIŞê êrişî Kobanê kir, em bi hezaran kes çûn ser sînor. Em 6 mehan li ser sînor bûn. Heta rizgariya Kobanê em li ser sînor bûn. Berxwedaneke mezin hat dayin. Berxwedana me ya li ser sînor hêz dida şervanan jî. Bi ked û berdelên giran Kobanê rizgar bû. Bi gotinan em nikarin qala wan deman bikin. Berxwedaneke mezin bû. Gelê Kurd bi rihê yekitiyê, berxwedaneke mezin nişan da. Li başur heta bakur Kurd bûn yek. Hemû Kurd bûn yek û li ser sînor tevî êrişên polîsan paş ve gav neavet. Li wê derê li gel sir û seqemê gelê Kurd li ber xwe da heta Kobanê rizgar bû.”

‘Em ê nahêlin Kobanê bikeve’

Di berdewama axaftina xwe de Meyaser Korkmaz diyar kir ku divê Kurd li her derê bi ruhê yekitiyê ku Kobanê rizgar kiriye dakevin qadan û wiha pê dê çû: “Divê niha jî dîsa weke wê demê Kurd bi rihê yekitiyê xwedî li Rojava derbikevin û biherikin Kobanê. Divê dîsa Kurd herikin ser sînor. Sedema êrişan Kurdbûn e. Qebûl nakin Kurd xwedî statû û destkeftî bin. Ji bo destkêftiyên Kurdan ji holê rakin êriş dikin. Divê Kurd vê bizanibin. Kurdên xwedî rûmet divê vê bizanibin û dîsa weke wê demê li ser sînor em jî li ber xwe bidin. Divê Kurd werin û dîsa bi yek dengî çi ji dest me hat em bikin. Gelê Kurd nahêle Kobanê bikeve. Kobanê bikeve em ê jî bikevin. Em nahêlin Kobanê bikeve. Me ji bo Kobanê berdelên mezin dan. Divê Kurd îro rabin ser pêyan. Em îro xwe xwedî dernekevin êdî tu car nikarin xwedî derbikevin. Hemû dinya li dijî me ye. Em jî li dijî vê bibin yek û li berxwe bidin. Em ê xwedî li Kobanê derbikevin û nahêlin Kobanê bikeve.”

‘Divê em xwedî pêvajoyê û Rojava derkevin’

Di dawiya axaftina xwe de Meyaser Korkmaz destnîşan kir ku êrişên li ser Rojava bandor li ser pêvajoyê jî dike û ev tişt gotin: “Weke Dayikên Aştiyê me her tim parastina aştiyê kir. Dîsa em parastina aştiyê dikin û daxwaza me jî aştî ye. Li Rojava zarok û jin tên kuştin. Ew êrişên li ser Rojava bandor li ser pêvajoya aştiyê ya li vir hatiyê destpêkirin jî dike. Em dibêjin bila kes nemirê. Bila her derê aştî pêk were. Em nahêlin Rojava bikeve û ev pêvajo jî têk biçe. Divê em her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin da ku li Rojava şer bisekine. Divê hemû gelê Kurd, Tirk û Ereb jî xwedî li aştiyê derbikevin da ku aştî jî pêk were.”

Etîket: Meyaser KorkmazSalvegera Rizgarkirina KobanêTêkçûyina DAIŞê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan: Em li vir in, em Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (532)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne