Komên dijberî rejîma Baas şevê din bajarên Humus û Şamê jî kontrol kirin. Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esad ket.
Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) liSuriyeyê ji 27ê Mijdarê (2024) ve geşedanên pir bi lez û aloz heye. Komên dijberî rejîma Baas di nava 12 rojan de bajarên Heleb, Hema, Humus, Dera, Siweyda û herî dawî jî paytex Şam bi dest xistin. ANHAyê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku piştî komên çekdar ketin Şamê Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esat ket.
Rewşa bajarên Tertus û Latkiye ku hîn tu kom neketinê û baregehên Rusyayê li wan deran hene, nediyar e.
Tê gotin ku Esad Sûriye terk kiriye
Komên Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) diyar kirin ku wan Paytextê Sûriyê Şam bi dest xistine. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî Beşar Esad bi balafirekê ji Sûriyeyê derketiye. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî anî ziman ku texmînek mezin balafirek taybet li Balafirgeha Şamê Esad ji Şamê derxistine.