• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dê duşemê xwînê ji Huseyîn Aykol bigirin

    Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol xerab e

    ‘Divê em jî bibin şopdarên rêya cangoriyan’

    ‘Divê em jî bibin şopdarên rêya cangoriyan’

    Rejîma Îranê di mehekê de 283 kes darvekirin

    Rejîma Îranê di mehekê de 283 kes darvekirin

    Hisên Xelîl piştî 30 salan girtî ma li Helebê bi cot hat pêşwazîkirin

    Hisên Xelîl piştî 30 salan girtî ma li Helebê bi cot hat pêşwazîkirin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê êdî gavên hiqûqî bêne avêtin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê êdî gavên hiqûqî bêne avêtin

    ‘Gêrîla şanseke din da dewletê’

    ‘Gêrîla şanseke din da dewletê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dê duşemê xwînê ji Huseyîn Aykol bigirin

    Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol xerab e

    ‘Divê em jî bibin şopdarên rêya cangoriyan’

    ‘Divê em jî bibin şopdarên rêya cangoriyan’

    Rejîma Îranê di mehekê de 283 kes darvekirin

    Rejîma Îranê di mehekê de 283 kes darvekirin

    Hisên Xelîl piştî 30 salan girtî ma li Helebê bi cot hat pêşwazîkirin

    Hisên Xelîl piştî 30 salan girtî ma li Helebê bi cot hat pêşwazîkirin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê êdî gavên hiqûqî bêne avêtin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê êdî gavên hiqûqî bêne avêtin

    ‘Gêrîla şanseke din da dewletê’

    ‘Gêrîla şanseke din da dewletê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şande dê li dijî bêhiqûqiyê li Sîlopiyê daxuyaniya girseyî bide

Şirnex /AW

9 ÇILE 2025 - 00:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şandeya malbata rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di nav de piştî rawestandina 3 rojan, li sînor daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ji deriye sînor derdikevin. Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan anî ziman ku ew ê li dijî vê biryara bêhiquqî sibê li navçeya Silopiyayê daxuyaniyeke girseyî bidin.

Şandeya ku ji malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê  Mêrdînê Kamûran Tanhan endamên OHD, MEBYA-DERê û DFG pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin, roja 6ê çile saet 16.00an de çûn Deriyê Sînor ê Xêbûrê (Xelîl Îbrahîm). Şande 3 rojan li ser sînor bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê hatin rawestandin û nehiştin malbat biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin.

Şandê di roja 3an de ji deriyê sînorê Xabûrê vêqetiyan. Şandê beriya ji deriyê sînor derbikevin daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku dê li dijî vê neheqiyê sibê li navçeya Silopiyayê daxuyaniyekê bidin.

‘Em 3 rojan li dijî hiqûqê dan sekinandin’

Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî. Kamûran Tanhan anî ziman ku şandeya wan bi awayekî dijhiqûqî li deriyê sînor hatine sekinandin û ev tişt got: “Ew 3 roj in em li deriyê sînor tên sekinandin. Em bi sepaneke ku hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin re rû bi rû man. 3 roj in me li vir û partiya me jî li meclise hevdîtin kirin. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Me muxatabek nedît. Beriya ku em bêne vir me wezareta karê navxweyî û wezareta karen derve re hevdîtin kirin. Ji me re gotin tu pirsgirêk tune ye. Lê tevî vê yekê jî em 3 rojan bi awayekî dijhiqûqî dan sekinandin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Kamûran Tanhan diyar kir ku ew ji deriyê sînor derdikevin û wê têkoşîna wergirtina cenazeyan ji aliyê hiqûqî ve bidomînin. Kamûran Tanhan wiha axivî: “Em ê sibê nîvro li navçeya Silopiyayê daxuyaniyê bidin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî vê bêhiquqiyê bertekên xwe bi çalakî û daxuyaniyan bidominin. Cenaze 20 rojin li morgê tên sekinandin. Tu hewldanên dîplomasiyê encam negirtin. Ji bo eziyet nedin cenazeyan û ji malbatan îşkence nekin em îro ji deriye sînor derdikevin. Em ê vê biryara li dijî hiqûqî li hemû qadan bi gelê xwe re protesto bikin. Ew têkoşîna hiqûq û mafê ye. Ji bo dewlet vegere ser hiqûqê em ê bi malbatan re têkoşîna xwe bidomînin. Heta em cenazeyan bigirin em ê têkoşîna hiqûqî bidomînin. Em li vir vê sozê didin gelê xwe. Tu gumana me tuneye. Bi vê biryarê hiqûqa Tirkiyeyê ku qesî derziyekê mabû jî ji holê hat rakirin.”

‘Wezareta derva û hundir soza xwe pêk neaîn’

Bavê Nazim Daştan Mehmet Alî Daştan jî destnîşan kir ku wezareta Tirkiyeyê ya hundir û derve gotiyê hûn dikarin cenazeyên xwe bînin û wiha bertek nîşanî sekinandina wan da: “Em 3 roj in li vir tên sekinandin. Zarokên me rojnameger bûn. Sivîl bûn. Li ser karê xwe hatin qetilkirin. Em vê qetilkirinê qebûl nakin. 3 rojan em li ser sînor dan sekinandin. Nehiştin em biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Ji me re dibêjinê “Sistem tune ye”. Bi vê yekê me dixapînin. Wezaretê derva û yê hundir soz dabûn me ku astengî dernaxînin. Bila soza xwe bi cih bînin. Wezaretê Dadê ji komisyona partiyan re gotin ew welatiyên me ne. Biçin cenazeyên xwe bînin. Em jî li ser gotinên wan hatin li vir ku biçin cenazeyên xwe bînin. Lê li vir em dan sekinandin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn rojnameger in. Li ser karê xwe hatin qetilkirin.”

Şande piştî daxuyaniyê vegeriya Sîlopiyayê.

Etîket: cenazeCîhan BîlginKamûran TanhanmalbatNazim Daştanşande
FacebookTweet

Nûçeyên Din

DEM Partî û DBPê 2 malbat li hev anî

DEM Partî û DBPê 2 malbat li hev anî

16 COTMEH 2025
Cenazeyê rojnemevan Akar gihişt Şirnexê

Cenazeyê rojnemevan Akar gihişt Şirnexê

13 COTMEH 2025
Avûkatê Buroyê Hiqûqî yê Seserrî şîyê Îmrali

Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir

13 COTMEH 2025
Li Şamê peymana 10ê Adarê nîqaş kirin

Li Şamê peymana 10ê Adarê nîqaş kirin

13 COTMEH 2025
MEBYA-DER li Meclisê ye: Di serî de birêz Ocalan re hevdîtinê bikin

MEBYA-DER li Meclisê ye: Di serî de birêz Ocalan re hevdîtinê bikin

8 COTMEH 2025
Şandeya jinan a Rojava li Swîsreyê ye

Şandeya jinan a Rojava li Swîsreyê ye

27 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (464)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne