Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê YRPê Fatîh Erbakan re civiyan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya Partiya Yenîden Refahê (YRP) bi Serokê Giştî yê YRP’ê Fatîh Erbekan re hevdîtin kirin. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tev li şandeyê bûn.
Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokwekîlên Giştî Sacît Gunbey û Dogan Aydal, Serokê Karûbarên Siyasî Suat Kiliç û Serokê Karên Derve Dogan Bekîn ve hate pêşwazîkirin.
Şande, piştre jî derbasî eywana hevdîtinê bûn. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî didome. Tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyanî neyê dayin.