Şandeya DEM Partî ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike dê biçe Îmraliyê.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînê dê vê hefteyê biçe Grava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Şandeya ji parlamenterên DEM Partî Mithat Sancar, Pervîn Buldan û parêzer Ozgur Erol pêk tê dê kijan rojê biçe ne diyar e. Lê di nava vê hefteyê de dê biçin.
Herî dawî şandeya DEM Partiyê di 25ê Tirmehê de çûbû giravê û 3 seatan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Şande mehek piştî mehekê dê di nava hefteyê de derbasî girava Îmraliyê bibe.