Lijneya ji hevserokên DEM Partî, DBPê, parlementer, nûnerên baro û rexistinên civakî pêk dihat derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û ji hêla nûnerên Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.
Şandeya Hevseroka DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari, Hevserokê DBPê Kesîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Parlementerê DEM Partiyê Alî Bozan û nûnerên baro û rêxistinên civakî di nav de gihiştin Deriyê Pêşxabûr ku dikeve navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Ji hêla partiyên Başûr ve hate pêşwazîkirin
Şande piştî ji Deriyê Îbrahîm Xelîl derbas bû ji hêla nûnerên Partiya Zehmet Kêşan, Partiya Komûnîst, Bizotneweyî Kurdistan û înîsiyatîfa Yekîtiya Zaxo ve hate pêşwazîkirin. Piştê pêşwazîkirinê şande bi nûnerên partiyên siyasî yên Başûr re hatin cem hev. Heyet piştre derbasî Deriyê Sînro ê Pêşxbûr bû.
Şande hat pêşwazîkirin
Şande bi refaqeta nûnerên partiyên siyasî yên li Başûr heta deriyê sînor çû. Şande piştre li ser Deriyê Sêmalka derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Çav li rê piştî hevdîtinê daxuyaniyek were dayîn.













