Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Pervîn Bûldan, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol di şandeyê de cih digirin.