Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliye tekildarî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdoğan re pêk aniye daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan bi Serokkkomar re têkildarî pêkanîna çarçoveya hiqûqî hevdîtin pêk aniye û jê xwestine ku ev gav bêyî derengî têkevin meriyetê.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdoğan pêk aniye daxuyaniyeke niviskî da. Daxuyaniya heyetê wiha ye: “Îradeya hevpar a berdewamkirina pêvajoyê bi biryardarî ji nû ve hate piştrastkirin. Hate gotin ku Meclîsa Tirkiyeyê, wezaretên peywendîdar û saziyên giştî hewce ye hewldanên xwe yên ji bo avêtina gavên berbiçav zêde bikin. Di vê çarçoveyê de li ser pêwîstiya amadekirina rapora hevpar ku dê bingehek saxlem ji bo demokratîkbûn û azadiyan peyda bike, hat diyarkirin. Hat gotin ku çarçoveyek qanûnî ya hemû beşên civakê digire nava xwe û bingeha pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê pêk bîne, bêyî derengmayîn divê pêk were.”













