Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serê sibê çû Îmraliyê û piştî hevdîtinpêk anî vegeriya.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kiribûn.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê serê sibê ji bo cara duyemîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê. Şandeyê piştî li Îmraliyê 4 saetan hevdîtin pêk anî, vegeriya.