Enqere – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku di qada Newrozê de herî zêde daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye pêş û got: “Divê şert û mercên xebata birêz Ocalan bê guherandin û karibe hemû kesan re dan û standinan bike.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn didomê û ji bo êrişa li ser Başurê Kurdistanê û qetilkirina peşmergeyan sersaxî ji malbatên peşmerge û Başurê Kurdistanê re xwest. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku şer bandor li ser tevahî herême dike û wiha got: “Divê em hemû bi hev re li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Ferzkirina Kurdan tevlîbûna şer em qebûl nakin.”
Ayşegul Dogan diyar kir ku li qadên Newrozê peyamên girîng hatinê dayin û axaftin xwe wiha domand: “Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedana li dijî zilmê ye. Daxwaza li qadên Newrozê jî ew bû; Aştî, azadî, demokrasî û wekhevî bû. Pîrozbahiyên Newrozê di salên 1990î de komkujiyên ji ber Newrozê tînê bîra me. Bi saya berxwedanê li wê demê ya li dijî înkarê em hatin van rojan û bi girseyî Newroz tên pîrozkirin.”
‘Gel dibêje divê êdî birêz Ocalan azad bibe’
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk jî di Newrozê de deng vedayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civak jî daxwaza rabûna astengiyên li pêşya siyaseta demokratîk dike. Her wiha mîsogeriya maf û azadiyê dike. Newroz ne tenê mîrateya dîrokê ye di heman demê demê de avakirina pêşerojeke nû ye. Herî zede jî daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan di Newrozê de hat kirin. Gel dibêje divê êdî birêz Ocalan azad bibe. Divê li ser vê yekê xebat jî bên kirin.”
‘Girtin û binçavkirin ne li gor rihê pêvajoyeyê’
Ayşegul Dogan bertek nîşanî binçavkirin û girtinên ji ber pîrozbahiyê Newrozê da û wiha axivî: “Herî kêm 28 kes hatinê girtin. Li Muşê pankarta li ser “Azadî û Demokrasî” dinivisî hat desteser kirin. Her wiha dîsa li Kocaeliyê tîşorto kesk, sor û zer ji aliyê polîsan vê hat destêser kirin. Gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Li cil û bergên neteweyî bûn sedema astengiyan. Ew binpêkirinên mafan ne li gor rihê Newroz û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Bi hinceta endamê Rêxistinê ciwanek ji ber stranên bi Kurdî hat girtin. Kîjan rêxistin? PKKê xwe fesîh kir. Em qala endamên rêxistinê dê çawa tevlî siyaseta demokratîk bibin dikin lê ew çi dikin. Di demeke ku heviya aştiyê bilind bûye de ew heşmendî ji aştiyê ditirse. Dewlet bi Abdullah Ocalan re müzakere dike lê li qadan posterê Abdullah Ocalan qedexe ye. Newroz referandumek bû. Gelê Kurd daxwazên xwe anîn ziman. Êdî ji bo aştiyeke mayindê divê gavên şenber ên qanûnî bên avetin. Em weke DEM Partî bang li rêyedaran dikin ku li dijî van binpêkirinên di Newrozê de lêpirsînek bê destpêkirin û kî van binpêkirinan dike bê cezakirin. Her wiha Serokkomar digot Newroz dê bibe Cejneke fermî lê hê jî ew yek nekiriyê. Em careke din bang dikin ku Newroz bibe Cejna gelan.”
‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’
Ayşegul Dogan anî ziman ku derxistina qanûnan mijara civîna MYKê ya wan bû ye û wiha pê dê çû: “Divê demildest qanûn bên derxistin. Heke pêvajoya derxistina qanûnan bê dirêj kirin û dem were windakirin xetereya provakasyonan jî derdikeve. Endamên rêxistinê ku çek berdanê heke sererastkirineke qanûnî tune be dê çawa vegerin. Em dibêjin demildest qanûneke demkî ji bo vê yekê bên derxistin. Hemû kesên çek berdanê divê ji bo wan qanûn bê derxistin. Rapora hevpar êdî temam bû. Me xwest di meha Remazanê de qanûn derbikevin lê digotin meha Remazanê jî derbas bibe û piştî cejne gotin. Niha Remazan û Cejn jî qedya. Divê êdî dest bi xebatên derxistina qanûnan bê kirin. Lê tiştên ku dikarin beyî derxistina qanûnan jî bikin. Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan. Girtiyê nexweş Mehmet Edip Taşar jiyana xwe ji dest da. Ji bo vê em bi hersin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û li gor rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gav bên avetin.”
Şandeya DEM Partiyê sibe diçe Îmraliyê
Ayşegul Dogan diyar kir ku divê şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê guherandin û ev tişt gotin: “Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Divê karibe bi hemû kesan re bikeve tekiliyê û dan û standinan bike. Birêz Ocalan ne tenê serokê PKKê ye di heman demê de Serokê bi milyonan kesan e. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan bên başkirin. Şandeya me jî sibe dê biçe Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin bike. Ev hevdîtin ji aliyê nevaroke ve jî girîng e. Peyama di Newrozê de derketinê, çerçoveya qanûnî. Ew hemû mijarên girîng in.”













