Buroya Çapmeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku Şandeya Îmraliyê Pervîn û Mîthat Sancar dê sibe bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina li Îmraliyê û Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan pêk anî dê sibê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Buroya Çapmeniyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtinê de ev agahî parve kir:
“Xebatkarên çapemeniyê yên hêja,
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, dê sibe (Sêşem, 8ê Tîrmehê) saet 13:30an de bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.”