Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û ji Îmraliyê vegeriya.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih digirin, hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin. Şande ji Îmraliyê vegeriya.
Şandeya Îmraliyê herî dawî di 25ê Tîrmehê de çûbû giravê û hevdîtin pêk anîbû.