Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel civîyan. Heyeta DEM Partiyê piştî duh Saaet û AKP ziyaret kirin îro çû serdana CHPê.
Hevdîtinên Şandeya Îmralyê ya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî ku nûnertiya wan li Meclisê hene re berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ku di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn û siyasetmedar Ahmet Turk, îro jî çûn serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel. Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel de dest pê kir. Hevdîtin, li odeya Ozel a li Meclisê hate kirin. Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gokçe Gokçen û Serokwekîlê Koma Meclisê yê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî tev li hevdîtinê bûn.