• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

    Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

    Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

    Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Roboskî nayê ji bîrkirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Roboskî nayê ji bîrkirin

    Keskîn Bayindir: Lênûska Roboskiyê nayê girtin

    Keskîn Bayindir: Lênûska Roboskiyê nayê girtin

    Abdullah Ocalan: Xwe birêxistin bikin û rêxistin bikin

    Abdullah Ocalan: Xwe birêxistin bikin û rêxistin bikin

    Metîn Toprak ê 30 salan girtî ma tahliye bû

    Metîn Toprak ê 30 salan girtî ma tahliye bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Şandeya jinan a Rojava li Swîsreyê ye

Navenda Nûçeyan / AW

27 ÎLON 2025 - 10:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Şandeya Jinan a Rojava ku li Elmanyayê hevdîtinên xwe temam kir, derbasî Swîsreyê bûn û dest bi hevdrîtinan kirin.

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) piştî hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê derbasî Swîsreyê bû. Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê.

Şande destpêkê li Meclîsa Federal a Swîsreyê bi parlamenterê SPê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve Fabian Molina re hevdîtin kir. Şandeyê di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ragihand û destnîşan kir ku divê mafên jinan û pêkhateyan di ewlehiyê de bin. Molina jî bal kişand ser modela demokratîk a Rojava û got, divê civaka navneteweyî berpirsyarî bigire ser xwe.

Şande piştre bi parlamenterê SPê û endamê Koma Dostatiya bi Kurdan re Carlo Sommaruga re civiya. Di hevdîtinê de hate gotin, piştî şerê 14 salan ji bo çêkerên demokrasî, wekhevî û federal hêviyek çêbû, lê belê xeteriya bêistiqrariyê û zext didomin.

Sommaruga biryara piştevanî û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku 22yê Sibata 2025an ji aliyê Meclîsa Federal a Swîsreyê ve hate qebûlkirin, bi bîr xist û piştevaniya Swîsreyê dubare kir.

Piştî hevdîtinên parlementoyê şande li Haus der Bewegung (Mala Tevgerê) a li Bernê bi rêxistinên jinan, aktîvîstên avhewayê û tevgerên civakî yên curbecur re civiya. Aktîvîstên Swîsreyî eleqeyek zêde nîşanî civînê dan, di civînê de peyamên piştevaniyê derketin pêş.

Şande herî dawî beşdarî civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Bernê bû. Li vir jî rewşa heyî ya Sûriyeyê û têkoşîna jinan hate ragihandin.

Şandeya Jinan a Rojava wê hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê bidomîne û li Lozan, Zurîh, Aarau û St. Gallen bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re bicive. Her wiha şande wê weke axaftvan beşdarî panela li Lozanê bibe.

Etîket: AlmanyaJinşandeSwîsre
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kovara Jinê derket

Kovara Jinê derket

28 KANÛN 2025
5 girtiyên jin ên li Evînê nayên dermankirin

5 girtiyên jin ên li Evînê nayên dermankirin

27 KANÛN 2025
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

18 KANÛN 2025
Kooperatif dê alîkariyê bide girtiyan

Kooperatif dê alîkariyê bide girtiyan

7 KANÛN 2025
Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna Azadiyê ya li Dijî Kuştina Jinan’ derket

Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna Azadiyê ya li Dijî Kuştina Jinan’ derket

30 MIJDAR 2025
Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

Li Manîsayê meş: Em ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin

25 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (564)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne