• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amerîkayê baregehên Haşda Şabiyê bombebaran kir

    Amerîkayê baregehên Haşda Şabiyê bombebaran kir

    Li Banê, Îlam û Serdeştê baregehên rejîmê hatin bombebaran kirin

    Li Banê, Îlam û Serdeştê baregehên rejîmê hatin bombebaran kirin

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amerîkayê baregehên Haşda Şabiyê bombebaran kir

    Amerîkayê baregehên Haşda Şabiyê bombebaran kir

    Li Banê, Îlam û Serdeştê baregehên rejîmê hatin bombebaran kirin

    Li Banê, Îlam û Serdeştê baregehên rejîmê hatin bombebaran kirin

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da

3 KANÛN 2024 - 10:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Enqere – Parlamenterên DEM Partiyê tevî şandeyeke navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.

Şandeya navneteweyî bi daxwaza dîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê da. Şandeyê got, “Tecrîda neqanûnî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ji sala 2021ê û vir ve didome. Divê Birêz Ocalan azad bibe.”

Şandeya navneteweyî ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê, daxwaza hevdîtinê li Wezareta Edaletê kir û li ber wezaretê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Beşdarên daxuyaniya çapemeniyê ev in:

“Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baier, Parlamentera Tifaqa Çep Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra, Matteo Massa, Endamê Meclîsa Komarê ay Portekîzê Eduardo Jorge Costa Pinto, ji Katalonyayê parlamenter Eulàlia Reguant Cura, ji Desteya Rêveber a CUP a Katalonyayê Blai Tabarner, Rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norwêcê Anne Kulseng Berg, Rêvebera Konfederasyona Karker a Giştî ya Îtalyayê Caterina Posterino, Rêvebera Konfederasyona Karker a Îtalyayê Fracesca Baruffaldi, rojnamevan Benedetta Rossi, Daniela Galie, Serokê Koma Komunîst a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Raphaëlle Primet, Rêveberê Eyaleta Hessenê ya Partiya Çep a Elmanyayê Jakob Migenda, Rêveberê Partiya Çep a Elmanyayê Yusuf Karacelik.”

Parlamentera Tifaqa Çep Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra daxuyaniya hevpar xwend û piştgiriya bi gelê Kurd re nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di vê demê de ji bo dîtina potansiyela pêşvebirina stratejiya bi diyaloga çêker, em bawer in ku têkilîdanîna bi hikumeta Tirkiyeyê re gelekî girîng e. Her wiha destnîşankirina dengê Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e.

Piştî dagirkirina Til Rifetê û êrîşa li ser herêmên Kurdan ên li Helebê, metirsî heye ku nifûsa Kurd tine bibe. Herêma Helebê ji 26’ê Mijdarê û vir ve bûye navenda tevdan û sorbûna leşkerî ku jiyana bi hezaran sivîlan, bi taybetî jî nifûsa kurdan dixe xeteriyê. Rewş gelekî aloz bûye û sivîlên bê parastin mane di nava dorpêçiyê de ne û bi krîza mirovî re rû bi rû ne. Şoreşa Rojava ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe û berxwedana li dijî zextê tecrûbeyeke bêhempa ye.

Berxwedêriya hêzên Kurd di têkoşîna li dijî terorîzma DAÎŞ’ê de û ji bo aramkirina herêmê bandoreke diyarker kiriye. Lê belê li gel ku di ser berxwedana Kobanê ya dîrokî re 10 sal derbas bûn ku belavbûna DAÎŞ’ê sekinand, ev modela civakî ku nirxên demokrasî û azadiyê temsîl dike, bi gefa tinekirinê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê em dixwazin bang bikin: Ji bo rawestandina tundiyê û pêşîgirtina li felaketa mirovî ya nû, pêwîstî bi çalakiyeke bi lez û bi biryar heye.”

‘Li dijî hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye’

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa gelê Kurd hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo civaka navneteweyî encamên girîng bi xwe re tîne û hate gotin, “Tevkariya Birêz Abdullah Ocalan, ji bo hêsankirina diyalog û feraseta navbera hikumeta Tirk û civaka Kurd gelekî girîng e. Bi taybetî hewldanên Birêz Ocalan ên navbera salên 2013-2015’an ku ji bo çareseriyeke aştiyane bi baldarî nexşerêyek diyar kir, ji aliyê kesên ku dixwestin bi rengekî çalak tevlî pêvajoya aştiyê bibin, bi erênî hate pêşwazîkirin. Ragirtina Birêz Ocalan 25 salan li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de li dijî hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye.”

‘Em dixwazin Birêz Ocalan tavilê bê berdan’

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel rexne û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Rêber Apo ji sala 2021’ê û vir ve di bin tecrîdê de ye û hate gotin, “Ji bo girîngiya biryara girîng a hiqûqa navneteweyî û hesta edaletê û pîvanên mafên mirovan li bîra hikumeta Tirk bixin, em li vê derê ne. Ji ber vê jî em dixwazin Birêz Ocalan tavilê bê berdan û hevdîtinên ji bo aştiyê yên şênber bi xurtî destpê bikin. Heta ku ji bo gelê Kurd lihevkirineke aştiyane pêk were û Birêz Ocalan azad bibe, hewldanên me wê bi biryardarî dewam bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundirîn re civiya

Şandeya Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundirîn re civiya

4 ADAR 2026
Amerîkayê baregehên Haşda Şabiyê bombebaran kir

Amerîkayê baregehên Haşda Şabiyê bombebaran kir

4 ADAR 2026
Rêjeya moşekên Îran diavêje roj bi roj kêm dibe

Rêjeya moşekên Îran diavêje roj bi roj kêm dibe

4 ADAR 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

4 ADAR 2026
Li Banê, Îlam û Serdeştê baregehên rejîmê hatin bombebaran kirin

Li Banê, Îlam û Serdeştê baregehên rejîmê hatin bombebaran kirin

4 ADAR 2026
Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin: Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûrê çalakiya li dijî GESê: Guleyên plastîk li gel reşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (140)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne