Êlih – Şanogerên Yenî Sahneyê ya Êlihê Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: “Em ê her tim li ser çand û hunera Kurdî bixebitin û em ê dest ji şanogeriya Kurdî bernedin.”
27ê Adarê li seranserê cîhanê her sal wekî Roja Şanoyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Ev roj bi biryara UNESCOyê di sala 1961î de ji bo balkişandina ser girîngiya şanoyê û tevkariya hunerê ya ji bo cihêrengiya çandî hatiye destnîşankirin. Vê roja taybet li her aliyên cîhanê bi lîstikên şanoyên yên reng bi reng tê pîrozkirin. Ev roj di heman demê de gelek balê dikişine ser dîrok, çand û hunerê û şanoya cîhanê. Her wiha şanoya Kurdî jî tevî ew qas astengiyan jî dîsa bi mîraseke çandî ya dewlemend li Kurdistanê û li gelek deveran bi lîstikên cûr bi cûr derdikeve pêşberî temaşevanan. Û şanoya Kurdî bi taybetî li erdnîgariya Kurdistanê bi her awayî xwe li ser piyan jî hiştiye. Şanogerên Kurd ên Yenî Sahneyê ya Êlihê anîn ziman ku tevî ew qas şert û mercên dijwar û astengiyên li ser çand û hunera Kurdî tê kirin jî dîsa ew dest ji hunera xwe bernadin û destnîşan kirin ku ew ê her tim li şanogeriya Kurdî xwedî derkevin.
‘Şano demokratîzekirina bîra civakê ye’

Şanoger Yakûp Selîmoglû diyar kir ku dewletê bi salan çand, huner û şanoya Kurdî qedexe kiriye û tevî van qedexeyan jî dîsa xwe ji paş ve nekişandine û wiha got: “Şano demokratîzekirina bîra civakê ye. Em her tim bi zimanê xwe li ser dike, li pêşberî temaşevanan e û bi vê yekê re em kêfê ji hev digirin. Em dixwazin bi hunera Kurdî ber bi azadiyê ve biçin. Azadiya çand û ziman jî bi lîstikên şanoya Kurdî derkevin pêşberî civaka xwe. Da ku em ji bo azadiya civaka xwe û hunera xwe bibin çirayek. Qedexe ne bi tenê li ser hunera Kurdî ye, li ser tevahî Kurdî ye. Bi sed salan e, li ser Kurdî xwestine bişaftinekê bidin avakirin. Dema ku ji aliyê çand û hunerê ve perwerdehiya bi Kurdî bê qedexekirin, dê ziman jî bê windakirin. Beriya 3-4 salan li tu deverên Êlihê cihê ku em lê şano bilîstibûna tune bûn. Niha jî 3-4 eywanên me yên şanoyê hene. Li Amed, Wan, Mêrdîn û li çand bajarên din eywanên me yên şanoyê hene. Her wiha li Stenbolê NÇM ya me heye û em hê jî hewl didin li wir kar û xebatên xwe berdewam bikin. Em carinan jî eywanan ji wan digirin. Êdî wan jî dît ku rê li ber vî zimanî nayê girtin. Bi saya keda hevalên me û helwesta wan a li dijî çand û hunera Kurdî hatiye şikandin. Çawa ku mezinên me ew helwest dane şikandin niha em jî li ser şopa wan diçin. Em weke şanogerên Kurd gelek caran lîstikên xwe ji destanên Kurdî digirin û dema ku hewce bike em wan weke komedi dilîzin.”
‘Her tişt ne lîstina skecan e’
Yakûp Selîmoglû di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku şanoya Kurdî hê jî di esasê xwe de li rêyekê digere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dikarin bêjin şanoya Kurdî hê jî tam xwe li gorî dilê civakê nedaye avakirin. Dibe ku bi vê pêvajoyê re hinek tişt bêne guhertin. Ger ku pêvajo xweş bimeşe û bi silametî bi dawî bibe, tişta ku em dixwazin bi dest bixin, dibe ku em xwe baştir temam bikin. Êdî wê demê em dikarin bêjin şanoya Kurdî çi ye. Niha hê jî em nikarin bêjin şanoya Kurdî nasnameya wê heye yan jî tune ye. Ji ber ku em hê jî li rêyekê digerin. Me hê jî rêya xwe nedîtiye. Dema ku me dît, êdî eywan têra me nakin, êdî em ê ji xwe re li şêwazeke din bigerin. Li gelek deverên cihanê şanoya ‘Shakspeare, Moliere, Brecht û Beckett’ dilîzin. Em ê hêdî hêdî weke wan dest pê bikin. Em ê carinan jî ji wêje û destanê xwe sûdê werbigirin. Dema ku mirov bilîze divê ew qas xwe adapteyê civaka xwe bike. Ya girîng ew e ku çiqas kiras li lîstikan bike, her tişt ne lîstina skecan e.”
‘Gel birçiyê çand û hunerê ye’

Şanoger Pelda Bal ku ewil roja şanogeran a cîhanê pîroz kir, diyar kir ku şano bixwe qadeke polîtîk û berxwedanê ye û wiha axivî: “Li her qada jiyanê li ser çand, huner û zimanê Kurdî bişaftineke mezin tê meşandin û hê jî naxwazin em gelek lîstikan bi zimanê xwe bilîzin. Bi vê yekê re naxwazin em dengê xwe bigihînin civaka xwe. Her tim hewl dane deriyan li ser me bigirin. Di sala 2016an de li Êlihê jî şanoya bajêr hebû, qeyim ew der girt. Ger ku ji wê demê heta niha li bajarê me cih û bernameyên wisa berdewam bikirana dê hê baştir xebatên me yên profesîyel çêbibûna. Ew her tim rêya vê yekê digirin. Qeyim her tim cara ewil dest diavêje çand û hunera Kurdî. Ji ber ku gelek ji çand, huner û zimanê Kurdî ditirsin. Lê dîsa jî şanoya Kurdî xwe li ser piyan hiştiye û xwe bi hêsanî gihandiye gel. Ev yek gelek bandora xwe li ser zarok û ciwanan kiriye û ew qas jî me zindî dihêle. Em li vir gelek caran perwerdehiyên şanoyê didin. Her wiha em şanoyên xwe gelek caran li vir dilîzin û gelek caran em lîstika ‘Shakspear’ dilîzin. Dema ku mirov xwe bigihîne şanoyên Kurdî bajarên me her tim zindî ne. Em li vir weke çend komên şanoyê hene, Koma Rîtûel, Navenda Çandê ya Baharê û em hersê gelek caran bi hev re dixebitin. Dema ku dilîzin ew lîstikên me gelekî bala zarokan jî dikişîne. Mirov wê birçîbûna hezkirina çand û hunera Kurdî di gel de dibîne. Divê hê bêhtir kar û xebatên bi vî rengî bike. Em gelek caran nikarin weke şanoger biçin li parkekê bilîzin. Gelek caran dibêjin, divê hûn destûrê bixwazin. Em dizanin ku em destûrê jî bixwazin dê destur neyê dayîn.”
‘Pirî caran şanoyên me yên Kurdî têne qedexekirin’

Şanoger Denîz Ozer jî roja şanoyê ya cîhanê pîroz kir û got: “Em roja şanoyê ya cîhanê û bi taybetî jî ya şanoya Kurdî li hemû şanogeran pîroz dikin. Em hêvî dikin ku di sala pêşiya me de hê bêhtir bi şanoyên xweştir, tekstên baştir û bi lîstikvanên zêdetir li ser dikan bilîzin. Ev 12 sal in ku em bi şanoyê re eleqedar dibin û li ser dikê ne. Dema ku em dilîzin em ji aliyê gel ve gelek eleqeyek mezin dibînin. Mirov tenê nahêlin. Û gelek caran em ji aliyê hinek kesan ve ango dewletê ve zehmetiya wê jî dijîn. Pirî caran şanoyên me yên Kurdî têne qedexekirin. Lîstika me ya bi navê ‘Kral û Travîs’ ji aliyê dewletê ve hatibû qedexekirin. Ew çiqas me qedexe bikin jî em ê jî ew qas bi zimanê xwe bilîzin.”













