Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku kesên çavên wan nabînin bigihin materyalên nivîskî û xizmetan bi awayekî wekhev, serbixwe û ewle werbigirin, projeyeke din a Pirtûkxaneya Bi Deng da destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo kesên ku çavên wan nabînin projeyeke din a pirtûkxaneya bi deng da destpêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xizmetên pirtûkxaneya bi deng ên ku berê hebûn pêş xist û navendeke nû ya ku xwe gihandina hemwelatiyên çavên wan nebînin berfirehtir û baştir bike vekir. Ev pirtûkxane bi amûrên teknolojîk ên pêşketî hatiye avakirin. Ji materyalên Braille heta kompîturên diaxivin gelek derfet tê de hene û wekî qadeke jiyanê ya ku di perwerdehiyê de wekheviyê mezin dike, derdikeve pêş.
Yek ji aliyên balkêş ên projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran ve di bin banê Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê ya li Baxçeyê Milet ê Stadê yê navçeya Yenîşehîrê hatiye avakirin ew e ku ji bo hemwelatiyên çavên wan nabînin li ser pêdiviyên şênber disekine. Ji bo kesên çavên wan kêm dibînin jî teknolojiyên wekî mezinkirina ekranê û eyarkirina kontrastê têne pêşkêşkirin. Her wiha di pirtûkxaneyê de personelekî tecrubeyî ku çavên wî nabînin peywîra kordînasyonê girtiye ser xwe.
‘Ew xebat berpirsiyariya cemawerî ye’
Midûrê Şaxa Astengdaran Emîn Baran diyar kir ku ev yek encama polîtîkayên wekhevparêz e û got: “Em van xebatan ne wekî lutfekê, wekî berpirsiyariyeke cemaweriyê dibînin. Di vê yekeyê de teknolojiyên ku hem kesên bi temamî nabînin hem jî kesên kêm dibînin dikarin bikar bînin, hene.” Di berdewamiya axaftina xwe de Emîn Baran destnîşan kir ku di pêvajoya bê de dê kursên kompîturê û perwerdeyên Braille werin dayîn û navend dê bi zimanên Kurdî û Tirkî xizmeteke pirzimanî pêşkêş bikin.
‘Hevalên me yên komputera wan nîn e, dikarin li vir bi rehetî bixebitin’
Berpirsê Pirtûkxaneya Bi Deng Abdulmecît Yilmaz jî der barê amûran de agahî da û got: “Bi kompîturên diaxivin, xwînêrên ekrana bi deng, amûrên MP3, pergalên skankirina dokumanan, çapkerên Braille û ekranên Braille em piştgiriyeke berfireh didin bikarhênerên xwe. Hevalên me yên ku li malê kompîtura wan nîn e, dikarin li vir bi rehetî bixebitin û di înternetê de bigerin.”
‘Jiyana me hêsan dike’
Xwendekara zanîngehê Songul Ûçû jî anî ziman ku pirtûkxane ji bo wan pir girîng e û got: “Kompîtur bi me re diaxivin û ev yek di qonaxa xwendinê de jiyana me hêsan dike. Ji bo amadekirina pêşkeşiyên zanîngehê ev der derfeteke mezin e.”
‘Em gihîştin derfetên ku me xeyal nedikir’
Îsa Denîz ê 76 salî jî wiha got: “Ev tişt ji bo min mîna fîlmekî fantastîk in. Me berê gelek zehmetî dîtin, me xeyala van derfetan jî nedikir. Ez bang li hemû hevalên çavên wan nabînin dikim; divê em xwedî li vê pirtûkxaneyê derkevin.”
Di dawiyê de hate diyarkirin ku welatiyên ku dixwazin ji xizmeta pirtûkxaneyê sûd werbigirin, dikarin bi rapora astengdariyê û fotokopiya nasnameyê serlêdanê bikin. Navend, rojên hefteyê di navbera saet 08:00-17:00an de vekirî ye.























