• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Pirsûsê meşa jinan

    Li Pirsûsê meşa jinan

    Françoise Verges piştgirî da banga Abdullah Ocalan

    Françoise Verges piştgirî da banga Abdullah Ocalan

    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Hevseroka DEM Partiyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Hevseroka DEM Partiyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Pirsûsê meşa jinan

    Li Pirsûsê meşa jinan

    Françoise Verges piştgirî da banga Abdullah Ocalan

    Françoise Verges piştgirî da banga Abdullah Ocalan

    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

    Hevseroka DEM Partiyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Hevseroka DEM Partiyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

    Şewata li Licê derketî hate vemirandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Bajarê Mezin Amedê dixemilîne

Fexredîn Kiliç / AW

12 NÎSAN 2025 - 08:18
Kategorî: CIVAK, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di nava salekê de nêzî 2 milyon kulîlkên demsalî yên cur bi cur çandine û park, baxçe, refûj û peyarêkên bajêr dixemilîne.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaxên Midûriyetên Şitildank û Darçandinê yên girêdayî wê ji bo bajêr bixemilînin, qadên heşîn li bajêr zêde bikin û dar û şitilan biçînin saleke bênavber dixebitin. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li qada şitildankê, şitlên dar û kulîlkan hildiberîne û pê park, baxçe, refûj û peyarêkan dixemlîne. Daîreya Park û Baxçeyan di nava salekê de nêzî 2 milyon gulên demsalî yên zivistan û havînê ku di tesîsên wê de hatine hilberandin, li park, refûj û xaçerêyên navçeyên navendî yên Rezan, Peyas, Sûr û Bajarê Nû çandine.

Dar û kulîlkên demsalî hildiberînin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li qadên heşîn, refuj, peyarê û xaçerêyan darên tû, çinarê, hirmî, selvî, taflan, biberiye û kulîlkên demsalî yên weke gul, binevş û kelemên ji bo xemilandinê çandine. Her wiha Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan û Midûriyetên Şitildank û Darçandinê yên girêdayî wê ji bo xemilandin û heşînkirina bajêr dar û kulîlkên demsalî jî hildiberînin. Her wiha bi awayekî birêkûpêk û cûrbicûr şînahiyên ku di peyzajê de têne bikaranîn jî tên çêkirin.

Parka Bajêr a Mezopotamyayê dê bêhnê bide bajêr

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her wiha ji bo avakirina qadên hêşîn û bêhnvedanê ji bo hemwelatiyên xwe projeyên nû jî diafirîne û pêk tîne. Parka Bajêr a Mezopotamyayê ku yek ji projeya vîzyonê ya dê bêhna bajêr veke ye, dê li navçeya Peyasê, li qadeke 216 donim a li devera ku Bulvara Mezopotamya û Diclekentê hev dibirin, bê avakirin. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di vê projeya girîng de ku ji parka klasîk derketiye, bi dirûşma “Cihê Hevdîtina Xweza û Mirovan” tevdigere û dê qada heşîn bi temamî li gorî hevsengiyên ekolojîk pêk bîne.

Di nava salekê de dora 2 milyon kulîlkan çandine

Serokê Daîreya Park û Baxçeyan Erdogan Dagdelen têkildarî xebatên xwe ji ajansa me re axivî. Erdogan Dagdelen, diyar kir ku di salekê de li qadên hêşîn ên nêzî du milyon metrekare, kesixandina daran û lênêrîna parkan hatiye kirin. Erdogan Dagdelen da zanîn ku di nava salekê de dora 2 milyon kulîlkan çandine û wiha got: “Bi hatina biharê jî niha 2 hezar daran diçînin. Çandina wan didome. Darên çinar, tû, hirmî û oyayê patromekirîne û ji bo xemilandinê em diçînin. Her wiha em niha 50 hezar gulan diçînin. Ji van me 30 hezar kirîn, 10 hezar di destê me de bûn û 10 hezar jî me bi şaxan hilberandin.”

Projeya Korûparkê jî dê bidin îhaleyê

Erdogan Dagdelen, da zanîn ku projeyên wan ên weke Parka Bajêr a Mezopotamyayê hene û wiha domand: “Park dê li qadeke dora 216 donim were çêkirin. Em dixwazin tiştên nû ku di parqên me de nînin ava bikin. Mesele em ê pirtûkxaneya servekirî, eynika avê, ji bo pêşvebirina zarokan parkên sehekî çêkin. Dora 530 donim projeya me ya Korûpark heye. Em ê wê jî îsal bidin îhaleyê bidin çêkirin. Di nava wê de darên me berê çandine hene. Em ê hin darên nû jî biçînin. Ji bo ku mirov bi rehetî bigerin, sporê bikin, bêhnê bistînin, ji bo rûberka riwekî, ji bo hevsengiya ekolojiyê û germa havînê.”

Ji bo sala 2026an dê dora 100 hezar daran biçînin

Erdogan Dagdelen, diyar kir ku ew dixwazin ewilî li cihên xizmet neçûyê an kêm çûyê xebatan bikin û ev tişt gotin: “Em ê li nava bajêr li her derê daran biçînin. Qadeke me jî heye em dixwazin ji bo sala 2026an dora 100 hezar daran lê biçînin. Ji bo darên nû biçînin xebatên xwe didomînin. Cihekî 15 donim di nava kampusa me de heye. Em ê kulîlkên aromatik ên tibî yên weke berzeling (lavanta) biçînin û di pêşerojê de em ê hilberînin jî. Her wiha em li qada xwe ya TOKIyên Seyrantepeyê jî hilberîna daran dikin. Van daran em bi awayekî bê pere belavî sazî, dezgeh û gel jî dikin.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Pirsûsê meşa jinan

Li Pirsûsê meşa jinan

24 TEBAX 2025
Françoise Verges piştgirî da banga Abdullah Ocalan

Françoise Verges piştgirî da banga Abdullah Ocalan

24 TEBAX 2025
Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

24 TEBAX 2025
Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

Mihrîcana Xweza û Çandê ya Gimgimê bi dawî bû

24 TEBAX 2025
Hevseroka DEM Partiyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Hevseroka DEM Partiyê: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

24 TEBAX 2025
Şewata li Licê derketî hate vemirandin

Şewata li Licê derketî hate vemirandin

24 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (358)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne