Şaredariya Peyasê bi armanca berfirehkirin, xurtkirin û domdarkirina xebatan Kurdî, gotûbêja pirzimanî li dar xist.
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Kurd li gelek navendan çalakî û xebatên xwedîderketin û pêşxistina ziman li dar dixin. Şaredariya Peyasê ya Amedê di çarçoveya xebatên Kurdî de li Meclisa Şaredariyê de gotûbêje pirzimanî li dar xist. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, zimanzan Zana Farqînî û gelek xemxurên ziman tev li gotubêjê bûn.
‘Xebatên xurt û domdar’
Di semînerê de ser mijarên wek, di xizmetên şaredariyê de rola zimanê dayikê, parastin û geşkirina zimanê Kurdî û pêwîstiya hişmendiyeke zimanî ya xurt û domdar dê çawa derkeve pêş, nîqaş hatin kirin. Hat gotin ku armanca bingehîn a gotûbêjê di nav rêveberiyên herêmî û xizmetên giştî de têgihiştineke berfireh û bihêz a zimanê dayikê avakirin e.
Şaredariyên Pirzimanî
Zimanzan û ferhengsaz Zana Farqînî bi taybetî li ser mijara “Xizmetên gelemperî yên bi zimanê Kurdî û şaredariyên pirzimanî” sekinî û di vî warî de bal kişand ser erk û berpirsiyariya xebatkarên şaredariyê.
‘Dê xebat werin domandin’
Di dawiya gotubêjê de hat gotin ku Şaredariya Peyasê dê bi semîner, panel û çalakiyên cihereng parastin, pêşxistin û jiyandina ziman û çanda Kurdî xebatên xwe hêj zêdetir bike.




















