Komîsyona Zimanên Zindî ya Şaredariya Riya Armûşê pêşniyarek pêşkêş kir ku navê Akademiya Zarokan a di nav şaredariyê de dixebite, wekî “Akedemiya Zarokan a Perperokê” were guhertin.
Kreşa Zarokan a Perperokê ku di bin rêveberiya Şaredariya Mezin a Wanê perwerdehiyê dide zarokan, di serdemên qeyûman de gelek caran navê xwe guherand. Di dawiyê de, navê “Perperok” hate rakirin û navê kreşa zarokan wekî “Kreşa Zarokan û Navenda Lênêrîna Rojane a Şaredariya Bajarê Mezin” hate guhertin. Ev kiryar ku weke li dijî pirzimaniya şaredariyê hat dîtin, di nav civakê de bû sedema bertekên berfireh.
Komîsyona Zimanên Zindî ya Şaredariya Rêya Armûşê ku xebata xwe bi nêzîkatiya pirzimanî didomîne, pêşniyariyek pêşkêşî meclîsa şaredariyê kir û xwest navê Akademiya Zarokan ku di bin banê wan de xebatan dimeşîne, weke “Akedemiya Zarokan a Perperokê” bê guhertin. Komîsyon bi vê pêşniyariyê xwest navê Perperokê zindî bihêle. Pêşniyariya komîsyonê di meclîsê de hat qebûlkirin û dê demeke nêzîk de bikeve meriyetê.
Şaredariya Riya Armûşê armanc dike ku perwerdehiya pirzimanî li ser bingeha zimanê dayikê berfireh bike û bi rêya Akademiya Zarokan a Perperokê vê nêzîkatiyê daîmî bike.














