Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Xebetên Jinê vekir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Taxa Akkopriyê bi merasimekê Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Xebatên Jinê vekir. Di merasima vekirinê de, Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê, nûner û aktîvistên DBP û Tevgera Jinên Azadiyê(TJA), Dayikên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Hevseroka Rêxistina DBPê ya Wanê Gonul Uzunay hunermendên jin ên Kurdistanê ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û got: “Jin bi xebatên xwe, bi taybetî jî bi wêje û çanda xwe di dîrokê de derketiye pêşberî me. Jinan bi wêje û çandê xwe afirandiye. Hebûna jinê bi serê xwe wêjeyek e.”
Gonul Uzunay destnîşan kir ku hêzên emperyalîst dixwazin têkoşîna jinan a li Rojava pêş ketiye bitepisînin û wiha got: “Bi qeyûman destkeftiyên jinan dikin hedef û dixwazin tune bikin. Saziyên jinan desteser dikin. Em dizanin ku bi van polîtîkayên qirêj dixwazin hebûna jin û ciwanan tine bikin.”
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî anî ziman ku ew rojên pir dijwar dijîn û wiha got: “Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Roja ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan komplo pêk anîn, birêz Ocalan diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kiriye. Pêwîst e ku ev were zanîn. Niha li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd şoreşek heye. Tirkiye her carê destekê dide hêzên li wir. Lê çawa ku 10 sal berê gelê Rojava teslîmî wan hêzên tarî nebû, îro jî teslîm nabe. Em paradîgmayeke ku ji hemû cîhanê re bibe mînak temsîl dikin. Kurd li ku de rê bijîn, pêwîste ku bi hevgirtin û têkoşîneke hevpar hebe. Xewna Nagihan Akarsel, Pirtûkxaneya Jinê, li Silêmanî pêk hat û niha jî têkoşîna wê li Wanê jîn bûye. Em ji bo hemû hevalên ku di vê xebatê de ked dane spas dikin.”
Vekirin bi govend û strana ve bi dawî bû.