Şirnex – OHD, ÎHD û Baroya Şirnexê, serdana şandeya ji bo cenazeyên rojnameger Cihan Bilgin û Nazim Daştan bigirin 3 rojin li deriyê sînorê Xabûrê tên sekinandin kirin.
Şandeya ku ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên OHD, MEBYA-DERê û DFG pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin ji saet 16.00ê 6ê Çile de li Deriyê Sînor ê Xêbûrê (Xelîl Îbrahîm) tên rawestandin. Şande 3 roj in bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê tên sekinandin.
Nûnerên Komeleya Hiquqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxa Şirnexê, Baroya Şirnexê, serdana şande kirin û li wir çavderî û tespît kirin. Her wiha nûnerên saziyên hiqûqê li ser iddiaya “sistem tune ye” jî tespît û çavderî kirin û piştrê şandeyê re hevdîtin kirin.
Şandeya hiqûqnasan piştî şandeya li ser sînor tên sekinandin ji Qaymaqamtiya Silopî û Cigirê walitiyê Şirnexê re jî hevdîtin kir. Qaymaqamê Silopiyayê hinceta “Sistem tune ye” nîşan da û got ku tu alaqaya wan bi pê tune ye.