Rêxistinên hiqûqê derbarê girtina A.K. ya 16 salî ku ji ber vîdeoya hûnandina porê xwe ya li ser medyaya civakî parve kiribû hatibû girtin, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ev biryar rasterast gefê li yekparebûna psîkolojîk û pêşeroja zarok dixwe.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Dadmendiyê, Koma Parêzerên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), derbarê girtina xwendekara pola dawîn a lîseyê A.K. daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Salona Tahir Elçî ya Baroya Îzmîrê hat dayîn û malbata A.K. jî tevlî bû.
‘Ji bo perwerdehiya xwe bidomîne wê berdin’
Beriya daxuyanî bê xwendin parêzer Edhem Kuruş, bal kişand ser wê yekê ku divê darizandin tenê li ser bingeha delîlên şênber û pîvanên hiqûqî bin û got: “Ev mesele ne tenê darizandinek e; rasterast bi jiyan, perwerdehî û paşeroja zarokekî ve girêdayî ye. Banga me eşkere ye; divê biryara girtinê di çarçoveya bingehên hiqûqê de ji nû ve bê nirxandin û zarok were berdan da ku karibe perwerdehiya xwe bidomîne.”
‘Em li dijî reşkirina jiyana zarokekî ne’
Bavê A.K. Halît K. jî diyar kir ku cihê keça wî dibistan e ne girtîgeh e û got: “Ez wek bavekî dipirsim; gelo dadmendî ev e? Meriv çawa dikare jiyan, psîkolojî û perwerdehiya xwendekareke 16 salî bi rehetî piştguh bike? Ezmûnên wê hene, xewn û xeyalên wê hene. Em ne li dijî dadmendiyê ne, lê em li dijî bêwîjdanî û reşkirina jiyana zarokekî ne.”
‘Girtin veguheriye amûrekî tirsandinê’
Semra Akan, ku daxuyanî li ser navê rêxistinan xwend, anî ziman ku girtina zarokekî ji ber parvekirinekê nayê qebûlkirin û got: “Girtin, veguheriye amûrekî cezadan û tirsandinê. Ev biryar rasterast gefê li mafê perwerdehiyê, yekparebûna psîkolojîk û pêşeroja zarok dixwe. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku ev biryara girtinê ya dijî hiqûqê bê rakirin.”














