Dayika Aştiyê Hediye Erçîn bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got: “Divê di serî de Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin.”
Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Çukuroavayê (Çukurovay TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyêya Gelan (DEM Partî) li Mersînê der barê binpêkirina mafan ya li girtîgehan de li ber avahiya DEM Partî ya Akdenîzê daxuyanî dan.
Hevseroka Çukurova TUAY-DER Adalet Kuran daxuyanî xwend û da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan sîstematîk bûne û girtiyên nexweş nayên dermankirin û tahliye bi kêfî tên astengkirin.
Adalet Kuran diyar kir ku pêkanînên ferzkirina ‘poşmaniyê’ dij mirovahiye û got divê Lijneyên Şopandin û Îdarî bên girtin. Adalet Kurdan balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got divê di serîd e Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan.
Dayika Aştiyê Hediye Erçîn jî destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin û ji bo aştiyê zindan bên valakirin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.