Saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurdî bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê sibê li Parka Koşûyolûyê deklarasyonek hevpar ragihînin.
Saziyên zimanê Kurdî, partî û dezgehên Kurdî bi boneya rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê deklarasyonek hevpar bi raya giştî re parve bikin. Ev deklarasyon dê bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” bi beşdariya saziyên zimanê Kurdî sibê (3yê Gulanê) li Parka Koşûyolû ya Amedê saet di 10.30an de were eşkerekirin.
Saziyên zimanê Kurdî dan zanîn ku ew ê xebatên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi ragihandina vê deklarasyonê bidin destpêkirin.
15ê Gulanê roja derketina Hawarê ye
Di 15ê Gulana 1932yan de li paytexta Sûriyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve yekem car Kovara Hawarê tê çapkirin. Derketina kovarê ji bo weşangerî û zimanê Kurdî dibe destpêkek nû. Ev roj her sal ji aliyê saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurd ve li seranserî Kurdistanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Roja Cejna Zimanê Kurdî her sal di 15ê Gulanê de ji aliyê saziyên Zimanê Kurdî û partiyên siyasî yên Kurd ve bi bernameyên cihêreng tê pîrozkirin.