Rojnamevan Gulistan Dursun, Pinar Gayip û Serpîl Unal ku 22yê Kanûnê hatibûn girtin, ji Girtîgeha Bakirkoyê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin.
Rojnamevan Gulistan Dursun, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip û nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal ên ku 22yê Kanûna 2024an bi boneya wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku li Rojava bi SÎHAya Tirkiyeyê hatibûn kuştin, hildabûn hatibûn girtin. Her sê rojnamevanên jin li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan dihatin ragirtin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku her sê jinên rojnamevan di bin navê ku dê wan bibin revîrê ji qawîşê hatine derxistin û piştre ew sirgûnî Girtîgeha Marmaray3e (Sîlîvrîyê) kirin e. Hat zanîn ku destûr nehatiye dayîn ku rojnamevan kelûpelên xwe jî bigirin cem xwe.
Ev sirgûna rojnamevanan ji parêzeran û malbatê re nehatiye gotin.
Balkêş e ku her sê rojnamevan di 10ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin de hatine sirgûnkirin.