Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Noel Barrot îro dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn dike. Barrot Hewlêr jî di nav de, dê serdana Sûriye, Iraq û Lubnanê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreau ragihand ku gera Barrot wê destpêkê li Sûriyê, dûre Iraq û Lubnanê pêk bê. Hate ragihandin ku Barrot dê ji Sûriyê dest bi gera xwe bike û li Şamê bi hempîşeyê xwe Esed El Şîbanî re bicive. Ji Sûriyê derbasî Bexdayê bibe bi serokwezîrê Iraq û hempîşeyên xwe yên Iraqî re nîqaşan bike.
Çav li rê ye serdana Hewlêrê bike
Tê payîn ku wezîrê Fransî serdana bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bike, bi serokê hikumetê re bicive. Confavreau got ku serdana Barrot ji bo “xebitîna bi rayedarên federal û rayedarên Kurd re ji bo xurtkirina îstîqrarê û berdewama şerê li dijî DAIŞê” gelek girîng dibînin.
Barrot dê roja înê derbasî Beyrûtê dibe ku plana hikumeta Lubnanê ya bêçekirina Hizbullahê bişopîne. Wezîrê Fransî dê li ser amadekariyên konferansa piştgiriya artêşa Lubnanê û hêzên ewlehiya navxweyî yên Lubnanê, ku biryar e di destpêka Adarê de li Parîsê were lidarxistin, biaxive.













