Sendîkaya Mamostayan a Îranê bi daxuyaniyekê ji bo xwendekar û mamosteyên di çalakiyên xwepêşandanên de hatine kuştin şîna giştî îlan kir û banga boykotkirina dibistanan ji xwendekar û mamosteyan kir.
Encûmeniyaa Koordînasyona Sendîkaya Mamostayan ya Îranê bi daxuyaniyek ji bo xwendekar û mamosteyên di çalakiyên xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest dane şîna giştî îlan kir. Sendîkayê banga beşdarbûna şînê û boykotê ji mamoste û xwendekaran kir ku sibê neçin dibistanan û bi helwesta xwe ve sersaxiyê bidin malbatên kuştiyan.
Encumeniyê di daxuyaniyê de da zanîn ku bêdengiya li hember binçavkirin, girtin û kuştinan dê karesatê kûrtir bike û got: “Parastina dibistanan, parastina siberojê ye. Mafê jiyanê li ser her tiştî ye.”
Sendîka bi bîr xist ku ne tenê mamoste û xwedevan, di çalakiyên xwepêşandanê de bi giştî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 7 hezar û 15 kes hatine kuştin; 53 hezar û 552 kes hatine binçavkirin; 25 hezar û 845 xwepêşandêr jî birîndar bûne.













