Li seranserê Şengalê, ji lûtkeyên çiyayên herî bilind heya kolan, tax, gund û komelgehên Şengalê agirê Newrozê hate pêxistin. Gel li ber agirê Newrozê govend gerand.
Newroza 2026an li Çiyayê Şengalê jî bi coş hate pîroz pêşwazîkirin. Gel li her devera Şengalê agir dadan û peyamên berxwedanê dan.
Li seranserê Şengalê, ji lûtkeyên çiyayên herî bilind heya kolan, tax, gund û komelgehên Şengalê agirê Newrozê hate pêxistin.
Agirê Newrozê li gel li ber mal, kolan û kûçeyan, li sê cihên navendî jî bi pêxistina agir hate pîrozkirin.
Li Xanesorê Gel li Parka Şehîd Dijwar Feqîq kom bûn. Agirê Newrozê ji aliyê gel û saziyên Rêveberiya Xweser ve hate pêxistin. Piştî dadana agir, gel dirûşm gotin û govend gerandin.
Li komelgeha Borikê jî gel li ber şaredariya gel kom bû û agir pêxistin û govend gerandin.
Li Sibaya Şêx Xidir Li navenda komalgehê girseya gel li hev civiyan. Coş û kelecana xelkê Siba nîşan da ku tevî hemû ferman û êşên borî, vîna jîn û berxwedanê li Şengalê zindiye.
Newroz heya van saetan jî li bilindahiyên Şengalê û li nava kûçe û kolanên Şengalê tê pîroz kirin.
Şengalî serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kirin, çira pêxistin û Newrozê li hemû şehîdan pîroz kirin.













