Sazî û rêxistinên Êzidî yên li Qibleta Çiyayê Şengalê bi daxuyaniyekî bang li dewleta Iraqê kirin û gotin: “Dest ji pîlanên li dijî hêzên Êzidiyan berdin û îradeya me nas bikin.”
Civaka Êzidî li dijî hewldanên dewleta Iraqê ya krîmînalîzekirina hêzên parastinê yên Êzidiyan, ne naskirina îradeyê û çêkirina nuqteyên nû yên leşkerî, daxuyanî dan. Êzidî bi bertek nîşanî sepanên li dijî hebûn û îradeya wan tên kirin dan û ji hikûmeta federal a Iraq xwest rê li ber fermaneke nû neyê vekirin û gotin: “Divê dewleta Iraqê hêzên me yên parastinê bi awayeke fermî nas bike.
Nûnerên sazî û rêxistinên Êzidî yên li Qibleta çiyayê Şengalê li çerxerêya Yermûk a navenda bajarê Şengalê li hev kombûn. Girseya ku li ber çerxerêyê kombû, têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Êzidiyan, hem wextê wê hewldanên Iraqê yên dorpêçkirin, bêçek kirina hêzên Êzidî daxuyaniyeke çapemeniyê da. Bi navê nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Neam Bedel axivî.
‘Fermana 2014an tîne bîra me’
Dayê Neam Bedel da zanîn ku Iraq planên dijî Şengalê xistiye meriyetê û wiha axivî: “Tiştên niha li Şengalê ru didin, 3yê Tebaxa 2014an tîne bîra me. Em bang li hemû dewletên ku komkujiya Êzidiyan wek jenosîd qebûl kirine û hemû rêxistinên mafê mirovan dikin û ji wan dixwazin ku li dijî van gefên dewleta Tirk û beşek ji rayedarên Iraqê yên li ser Şengalê bêdeng nemînin. Ev nêzikatiyên ku li Şengalê derdikevin holê, fermana 3yê Tebaxa 2014an tîne bîra me. Di 2014an de jî Şengal ji aliyê DAÎŞê ve hatibû dorpêçkirin, lê niha hikûmeta Iraqê Şengalê dorpêç dike.”













