Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de berê xwe dan ser gor û goristanan û serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin.
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana pakrewangehên Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê, Şehîd Dilşêr a li Tirbespiyê, Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê, Şehîd Îsamîl a li Amûdê, Şehîd Dijwar a li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî ya li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle ya li Kobanê, her wiha pakrewangehên li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Helebê kirin. Tevî malbatên şehîdan, şandeyên rêveberiyên xweser, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, hevreyên şehîdan, şervanên YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gorên şervanan ziyaret kirin. Şêniyên dema derbasî pakrewangehan dibûn, ji aliyê endamên meclisên malbatên şehîdan, Hêhzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên hêzên leşkerî ve dihatin pêşwazîkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi armanca ku cejn bi ewle derbas bibe ji hefteyekê ve tedbîrên parastinê zêde kirin.
Girese gul danîn ser gorên şehîdan, buxur şewitandin, Quran xwendin û dûa kirin. Her wiha şêranî belav kirin û cejn li hev din pîroz kirin.