• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 29ê ADARA 2026an

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 29ê ADARA 2026an

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şer didome: Amerîka-Îsraîlê êriş dike Îran jî gefan dixwe

Navenda Nûçeyan / AW

29 ADAR 2026 - 13:42
Kategorî: CÎHAN
A A
Her ku şer giran dibe êrişên hewayî, deryayî û agahiyên li ser operasyonên bejahî yên li dijî Îranê zêdetir dibin.

Li gor agahiyên herî dawî êrişeke Îsraîlê li ofîsa Televîzyona El-Erebî ya li Tehranê pêk hat, Serokê Meclîsa Îranê, Amerîkayê bi amadekariya êrişeke bejahî tawanbar kir û gelek êrişên bi ser heremên hesas û kirîtîk de pêk hatin.

Di êrişa bi ser TVyê de herî kêm 10 kes birîndar bûn

Li gorî daxuyaniyeke kanala televîzyonê, roja Yekşemê êrişeke hewayî ya Îsraîlê li dijî avahiya ofîsa kanala nûçeyan a Qeterî El-Erebî ku li Tehranê ye, pêk hat. Li gorî Heyva Sor a Îranê, di êrişê de herî kêm 10 kes birîndar bûne.

Kanalê bi rêya Xê ragihand ku moşekek Îsraîlî avahiya Al Araby TV a li paytext Tehranê ket û bûye sedema zirareke mezin û weşanên zindî neçar man bên rawestandin. Dîmenên ji hundirê avahiyê, bermahiyên hilweşî û alavên zirar dîtîn nîşan dan. Her wiha piştî vê êrişî xesar û ziyan gihîştiye avahiyên nêzîk jî.

Serokê Îranê Qelîbaef: Amerîka planên veşartî ya şerekî bejahiyê dike

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqer Qelîbaef got ku Washington di vê dema ku banga danûstandinan dike de bi awayeke dizî jî ji bo operasyoneke bejahiyê amadekariyan dike. Qelîbaef hişyarî da ku hêzên çekdar ên Îranê li benda danîna leşkerên Amerîkayê ne û dê hem leşkerên Amerîkî hem jî hevalbendên wan ên herêmî ceza bikin.

Tehran di bin dumana teqînan de ma

Artêşa Îsraîlê li ser hesbê xwe yê fermî yê medya dîjîtal eşkere kir ku êrişên giran birine ser Tehranê. Piştî vê agahiyê ajansên fermî yên Îranê jî eşkere kirin ku îro li Tehranê piştî teqînên mezin hatine bihîstin û dûman ber bi esman ve rabûye. Hat diyarkirin ku di kêliyên teqînê de sîstemên parastina hewayî hatine aktîfkirin û encama teqîna ne diyar e.

Hejmarên êrişan her roj zêdetir dibin

Di agahiyeke din ya ajansên Îranê de hat ragihandin ku di êrişeke li ser benderek li parêzgeha Hurmuzê de pênc kes hatin kuştin û zirar gihîşte keştiyên li kendavê bûn.

Li gor daxuyaniya malpera Middle East Eye Îranê li dijî başûrê Îsraîlê êrişa moşekî pêk anî û li dijî êrişê sîstemên parastina hewayî ya Îsraîlê ketin dewrê û sîrenan dest bi lêdanê kirin e. Her wiha Tehranê diyar kir ku êrişên wan ên li dijî gelek hedefan bi serketiye û xesareke zêde dane radarek û binesaziyeke Îsraîlê.

Rûsyayê jî ji bo rewşa santrala nukleerî ya Bûşehra Îranê piştî êrişên dubare pêk hatin hişyarî da ku xetereya pêkhatine gemariya radyasyonê heye.

Di gelek agahiyên tên dayîn de tê diyarkirin ku ji ber zêdebûna hejmara êrişan li herêma Kendavê, fikarên derbarê dabînkirina sotemeniyê, zibil û çavkaniyên bijîjkî yên jiyanî de zêde dibe.

Etîket: AmerîkaÎsraîlKendava HurmuzêRejîma ÎranêŞerê DYA-Îsraîl û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wekîlên Îranê êrişê Kurdistanê dikin, Amerîka hêz dişîne heremê

Wekîlên Îranê êrişê Kurdistanê dikin, Amerîka hêz dişîne heremê

29 ADAR 2026
Ji Îranê gefxwarina li ser zanîngehên Amerîka û Îsraîlê

Ji Îranê gefxwarina li ser zanîngehên Amerîka û Îsraîlê

29 ADAR 2026
Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

28 ADAR 2026
Milîsên Husî: Heta dawiya şar dê êrişên me bidomin

Milîsên Husî: Heta dawiya şar dê êrişên me bidomin

28 ADAR 2026
Şerê li dijî Îranê didome: 12 leşkerên Amerîkî birîndar bûn

Şerê li dijî Îranê didome: 12 leşkerên Amerîkî birîndar bûn

28 ADAR 2026
DYA: Danûstandin didomin   Îran: Danûstadin tune ne

Îranê bersiva xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

26 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bendava ku sala par ziwa bûbû îsal tije bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mesûd Barzanî: Dixwazin Herêma Kurdistanê bikişînin nav şerekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekitî mecbûrî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1099)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne