Wan – Rojnameger Serdar Altan bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî diyar kir ku Çapemeniya Azad tevî zextan jî Rojnamegeriya Kurdî pêş xist û got: “Rêya me rêya heqîqetê û nirxên giranbûha ne û tevgerîna bi vê hişmendiyê dê Rojnamegeriya Kurd û Çapemeniya Azad bigihîne cihê ku layiqê wê ye.”
Rojnameya Kurdistanê ji hêla Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîre ya paytexta Misrê dest bi weşanê kir. Kurdistan yekemîn rojnameya Kurdî ye, xwedîyê wê û belavkarê wê jî Mîqdad Mîdhed Bedirxan yekemîn rojnamevanê Kurd hatîye qebûlkirin. Pênc hêjmarên pêşî yên rojnameyê ji hêla Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, hejmarên din jî piştî mirina Mîqdad Mîdhed Bedirxan ji hêla birayê wî Evdirehman Bedirxan ve li Swîsre û Îngilîstanê tê weşandin. Rojnameya Kurdistanê di navbera salên 1898-1902an de hatiye weşandin û bi tevahî 31 hejmar derketiye. Ji sala 1973an û vir ve 22yê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî tê pîrozkirin.
Rojnameger Serdar Altan ku bi salan e di nava Çapemeniya Azad de rojnamegeriyê dike, ji ajansa me re behsa dîroka Rojnamegeriya Kurd kir û bal kişand ser rola Çapemeniya Azad.
Serdar Altan, diyar kir ku xwesteka Kurdan ya bi çand, ziman û hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn û Cîhanê bên naskirin, bûye sedema derketina Rojnameya Kurdistanê. Serdar Altan, anî ziman ku ev xwesteka xwe bidin naskirin ya Kurdan îro jî didome û Kurd dixwazin hem xwe bi xwe bidin naskirin hem jî li cîhanê bidin naskirin. Serdar Altan, da zanîn ku piştî derketina Rojnameya Kurdistan û vir ve di wanê rojnamegeriyê de gelek hewldan çêbûna û got: “Di warê fikir û raman û çapemeniyê de gelek pêşketin çêbûn, lewma Kurdan jî xwest bi awayekî xwe di cîhanê de bigirin. Rewşenbîn, lêkolîner û rojnamegerên Kurd jî di nava van 127 salan de xwestin hebûna Kurdan, doza Kurdan bigihînin raya giştî ya cîhanê. Em vê xwestekê di Kovara Hawarê de, di rojnameya Rêya Teze ku 73 salan weşana xwe domand de, di Radyoya Erîvanê de û di rojname, kovar û pirtûkên di salên 1960an û şûnde tên çapkirin de jî em dibînin.”
‘Kovara Serxwebûn û Rojnameya Berxwedan roleke mezin lîstin’
Serdar Altan, bal kişand ser derketina Tekoşîna Azadiyê û diyar kir ku bi derketina Tekoşîna Azadiya ya salên 1980yan bingeha Çapemeniya Azad jî çêdibe. Serdar Altan, destnîşan kir ku bi avabûna PKKê li Rojhilata Navîn denge hatine guhertin û wiha dirêj kir: “Piştî avabûna PKKê di salên 90î de Çapemeniya Azad jî derdikeve holê. Mirov dikare derketina Çapemeniya Azad heta Kovara Serxwebûnê jî bibe. Kovara Serxwebûn û Rojnameya Berxwedan di salên 80yan de li ser civakê bandoreke erênî kirin. Kovara Serxwebûn û Rojnameya Berxwedan belkî weke weşanên rêxistinî derdiketin, lê belê ji bo hin tiştan ragihîne û di nava civakê de cih bigire roleke mezin lîstin.”
‘Bi rojnamegeriya çalak zextan jî dest pê kir’
Bi domdarî Serdar Altan, bi bîr xist ku di salên 1990an de li Kurdistanê rewşeke aloz hebû û diyar kir ku li dijî berxwedan û tekoşîna Kurdan polîtîkayên zext û çewisandinê jî hebû. Serdar Altan, anî ziman ku di rewşeke wiha de kes tinebû van tiştên diqewimin ragihînin. Serdar Altan, wiha berdewam kir: “Li Tirkiyê çapemenî û ragihandin di her awayî de girêdayî dewletê bû û bi awayekî azad fikir û raman dernediketin holê. Vê tengasiyê lêgerînek bi xwe re anî. Çend rojnameger û rewşenbîrên Kurd ketin di nava vê lêgerînê de û bi piştgiriya Tevgera Azadiyê jî di salên 90î de ketin di nava tevgerekê de û rojnameyên heftane yên weke Halkin Gerçegî, Yenî Ulke hatin derxistin. Ev bûn bingehek. Mirov dikare behsa Ozgur Gundemê bike ku hîmê vê bingehê bû. Ji Ozgur Gundemê pê ve mirov dikare behsa rojnamegeriya çalak bike. Bi vê hîmê êdî ji nava şer agahî tên girtin û ji raya giştî re tên parvekirin. Bi vê rojnamegeriya çalak ve girêdayî çewisandin, zor û zilma li ser rojnamegeriyê jî dest pê kir.”
‘Çapemeniya Azad kêmasiya zimanê kurdî jî ji holê rakir’
Serdar Altan, kêmasiya Çapemeniya Azad jî vegot û got ku ev kêmasî zimanê kurdî bû. Serdar Altan, diyar kir ku Çapemeniya Azad bi saya Rojnameya Welat ev kêmasî jî ji holê rakir û di sala 1992yan de cara yekem rojnameyek bi zimanê kurdî û heftane hate weşandin. Serdar Altan, destnîşan kir ku Rojnameya Welat bû Azadiya Welat û got: “Çi bi heftane çi bi rojane lê belê bi navên cûda cûda ku niha jî Rojnameya Xwebûn e, bi zimanê kurdî gelek rojname hatin derxistin. Lê belê gava em behsa Yenî Ulke, Ozgur Gundemê dikin, nayê wê wateyê ku ne rojnamegeriya kurdî ye. Li ser vê erdnîgariyê doz û tekoşîna kurdan, buyerên derbarê binpêkirina mafên mirovan de û ji nava şer rojnamegeriyek dihat kirin û kesên ev rojname jî bi rê ve dibirin û derdixistin Kurd bûn.”
‘Çapemeniya Azad bû dengê civakê’
Di berdewamiya axaftina xwe de Serdar Altan anî ziman ku Çapemeniya Azad gelek tiştên ku yekem car tên kirin bi xwe re anî. Serdar Altan, da zanîn ku cara yekemîn gerînendeyê giştî rojnameyekê weke jin hate peywirdarkirin û ev tişt got: “Gurbetellî Ersoz di wî warî de mînakeke herî şênber, herî baş û pêşketî ye. Gurbetellî Ersoz, Rojnameya Ozgur Gundemê bi rê ve dibir û li çiyayên Kurdistanê Şehîd ket. Çapemeniya Azad rojnamegeriya bi zimanekî xweser pêş xist. Li Tirkiyê çapemenî bi dewletê ve girêdayî bû û zimanê wan jî zimanê desthilatdariyê bû. Bêyî destûra desthilatê ti saziyên ragihandinê nedikarîn tiştek bikiribana û vê yekê jî da xuyakirin ku pêdivî bi rojnamegeriyeke azad heye. Divê ne tenê rojnamegeriya kurdî, rojnamegeriyeke azad jî bê meşandin. Ji ber ku divê ragihandin bibe dengê gel û civakê. Zimanê Çapemeniya Azad bi vî awayî teşe girt û bû zimanê civakê. Ev yek hem li Tirkiyeyê hem jî di cîhanê de tiştekî nû bû.”
‘Wateya Rojnamegeriya Kurd û Çapemeniya Azad nirxên wê ne’
Serdar Altan, binê wê xêz kir ku Çapemeniya Azad gelek nirx jî bi xwe re ava kirine û da zanîn ku wateya rojnamegeriya kurdî û Çapemeniya Azad nirxên wê ne. Serdar Altan, diyar kir ku di salên 1990î de bi dehan hevalên wan li kûçe û kolanan hatine kuştin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Çinareke weke Apê Mûsa (Mûsa Anter) bi vî awayî hat kuştin ku fîgurekî gelek hêja bû di nava rojnamegeriya kurdî de. Her wiha kesên weke Cengîz Altûn, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr, Nazim Babaoglû hwd. hatin kuştin. Nirxê Rojnamegeriya Kurdî bi şehîdên xwe ve girêdayî ye.”
‘Ev agir wê we jî bişewitîne’
Serdar Altan, behsa zextên li ser Çapemeniya Azad kir û mînaka bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê kir. Serdar Altan, bi bîr xist ku roja paştir ya bombekirinê, Rojnameya Ozgur Ulkeyê bi manşeta “ev agir wê we jî bişewitîne” hat derxistin ku avahiyeke wan ya çêkirina rojnameyê jî nebû. Serdar Altan, destnîşan kir ku Çapemeniya Azad her çiqas rastî zext û zordariyê hatibe jî, ev qas jî mezin bû û xwe pêş xist. Me fêmkir ku bi xwe pêşxistinê em dikarin pêşî li van polîtîkayên zextan bigirin. Înad û israrek Çapemeniya Azad heye û şopdariya heqîqetê dike. Çapemeniya Azad ji aliyekê ve li ber xwe dide û ji aliyekê ve jî xwe bêtir xurt dike.”
‘Yekem car ajans û televîzyona ku weşana jinê dike hatin vekirin’
Serdar Altan behsa pêşketina rojnamegeriya kurdî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derketina televîzyonan jî bandoreke mezin li ser civakê kir. Piştî salên 2000î ajans hatin vekirin, hejmara televîzyonan zêde bûn, radyo hatin avakirin, rojnameyên herêmî derketin û piştî pêşketina teknolojiyê sîteyên Înternetê (web sayt) yên kurdî zêde bûn. Rojnamegeriya Kurd cara yekem ajans û televîzyona ku hemû xebatkarên wan jin in û di derbarê jin û zarokan de weşanê dikin vekir. Mînakên bi vî rengî pêşketina Rojnamegeriya Kurdî û Çapemeniya Azad jî dide xûyakirin. Asta niha em gihiştinê asteke baş e, lê divê em xwe xurttir bikin û pêşvetir bibin. Lewma divê kar û xebateke hê baştir bê kirin. Rêya me rêya heqîqetê û nirxên giranbûha ye û tevgerîna bi vê hişmendiyê dê Rojnamegeriya Kurd û Çapemeniya Azad bigihîne cihê ku layiqê wê ye.”