Li bajarê Draguignanê yê Fransayê, polîsan bi ser malan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk girtin. Di encama serdagirtinan de 3 kes hatin binçavkirin, 3 kes jî ji bo îfadeyê bidin hatin vexwendin.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), serdegirtin serê sibehê hatin kirin. Polîsan deriyê malên sê welatparêzên Kurd şikandin, ketin hundir û ew binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin xebatkarên Meclîsa Gel a Navendê Erdal Çelîk, Şenol Karadag û Ridvan Al Gemî ne.
Hevserokê komeleyê Osman Sonmez û xebatkarê Meclîsê Şahîn Al Ordek jî di nav de 3 kes ji bo îfadeyê bidin hatin vexwendin. Li gorî agahiyên bi dest ketine, di serdegirtinê de hin belgeyên fermî yên komeleyê jî di nav de hin dokûmanter hatine desteserkirin. Li ser sedema serdegirtinê heya niha tu daxuyanî nehatin dayin. Lê belê tê gotin ku polîsên antî-terorê serdegirtinê kirine.
Banga xwedîderketinê
Navenda Civaka Demokratîk a Draguignanê piştî serdegirtinê daxuyaniyek da, nerazîbûn nîşan da û got, “Nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirin.” Navenda Civakê bang kir ku tavilê dest ji krîmînalîzekirina gelê Kurd û saziyên wê bê berdan. Her wiha bang li Kurdistaniyên li Draguignanê hat kirin ku xwedî li komeleya xwe derkevin. Piştî bangê welatî li ber komeleyê kom bûn.