• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nîşandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê bîlançoyê jî aloziyan jî zêde dike

Navenda Nûçeyan/ AW

13 ADAR 2026 - 10:27
Kategorî: CÎHAN
A A
Bîlançoya şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê aloziyên heyî hêj girantir dike. Ji ber şer gelek herêm zirareke mezin dîtin, aloziyên civakî û aborî hêj girantir bûn.

 

Her ku ku diçe bandora şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li Rojhilata Navîn girantir dibe. Hat destnîşankirin ku rewşa ewlehiya Kurditan, Tirkiye, Iraq, Îran û Îsraîlê herwiha Kendava Hurmuzê û welatên li dor Kendavê ji ber şerê dirêj dibe alozî û gengeşî zêde dibe.

Dengê sîrenan li Tirkiyeyê jî bilind bûn

Hat ragihandin ku roja Înê li Baregeha Hewayî ya Încirlikê, ku li başûrê Tirkiyeyê ye û ji aliyê hêzên NATOyê ve tê bikaranîn, siren hatin bihîstin. Li gorî agahiyan li baregehê tedbîrên ewlehiyê ku ji hêzên Amerîkayê re mazûvaniyê dike, hatine zêdekirin.

Îran bi roketan êrişî Îsraîlê kir: 300 xanî xesar dîtin

Li herêma Celîlê ya bakurê Îsraîlê, di êrîşeke roketî ya Îranê de nêzîkî 300 mal xesar dîtin û herî kêm 50 kes birîndar bûn. Li gorî medyaya herêmî, tîmên hewarê li herêmê hewldanên rizgarkirinê û nirxandina zirarê didomînin.

Komên çekdar ên Iraqê hişyarî li Fransayê kirin

Li gorî ajansa AFPê keştiya belafirên şer a Fransî Charles de Gaulle ya ji bo Kendava Persê hatiye şandin dê li herêmê berjewendiyên Fransayê biparêze. Koma çekdar a alîgirê Îranê Hevpeymanên Kehfê (Ashab al-Kahf) bang li sivîlan kir ku ji baregehên ku leşkerên Fransayê dûr bisekinin. Piştî vê hişyariyê li Herema Kurdistanê li dijî hêzên Fransayê êrişek bi dironê pêk hat û di encamê de leşkerek hat kuştin û çend leşker jî birîndar bûn.

Îsraîl êrişên xwe yên li dijî Îranê didomîne

Hat îdiakirin ku Îsraîlê êrişî kompleksa niştecihbûnê ya li bajarê Arakê kiriye û di encamê de du kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne. Di êrîşeke cuda ya nêzî Hamedanê de kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn. Medyaya Îranê ragihand ku li rojhilatê Tehranê jî teqîn çêbûne.

Lindsey Graham: Dê şer bidome

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham li ser hesaba xwe yê medya dîjîtal de got ku pêwîst nake leşker ji Îranê re werin şandin û da zanîn ku şer dikare bi hefteyan bidome.

Pasdarên Şoreşa Îranê daxuyandin ku wan bi moşek û dironên bêmirov êrîşî keştiya hewayî ya Amerîkî Abraham Lincoln kirine. Lê ev îdia ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin, û heta niha ji aliyê Amerîkayê ve derbarê êrişê de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Dirêjbûna şer aloziya li herêmê jî zêde dike. Ji ber şer hilberîna petrolê kêm bû, bihayên petforlê jî hilfiriya. Amerîkayê îstîsnayeke demkî îlan kir ku heya 30 rojan dê amborgoyên stendina petrolê ya li ser Rûsyayê rakir. Tê payîn ku dê tevdîrên bi vî awayî yên Amerîkayê pêşî li bihabûna petrolê nagire.

Etîket: alozîBîlançoIraqŞerê Amerîka-Îsraî û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Macron: Leşkerekî Fransî li Iraqê hat kuştin

Macron: Leşkerekî Fransî li Iraqê hat kuştin

13 ADAR 2026
Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

Balafira tanker a leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ket

13 ADAR 2026
Li Îranê teqîn, şewat û dûman: 400 cih bûn hedef, 33 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Bîlançoya şer giran dibe: Zêdeyî deh hezar êriş, bi hezaran mirî û birîndar hene

12 ADAR 2026
Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

11 ADAR 2026
Eniya şer berfireh dibe, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin bombekirin

Eniya şer berfireh dibe, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin bombekirin

6 ADAR 2026
Amerîka li Iraqê hêzên xwe zêde dike

Amerîka li Iraqê hêzên xwe zêde dike

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê yê salên 90î: Gelo ev der ku der e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Awazê Çiya klîbek ji bo ‘Newroza Azadiyê’ amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê li ODTUyê hilbû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdistan şîna Salih Muslim digire: DEM Partî, DBP û Leyla Zana dê beşdarî merasîmê bibin TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (488)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne