Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li herêma Cerf Sexir a girêdayî parêzgeha Babilê ya Iraqê êrişeke hewayî pêk hat. Di encama êrişê de herî kêm 2 endamên hêzên Heşdî Şabî jiyana xwe ji dest dane û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, cihên ku hêzên Heşdî Şabiyê lê bicih bûne yên li Cerf Sexir bi bombeyan hedef hate girtin. Piştî êrişê tîmên alîkariya lezgîn û ewlehiyê bo herêmê hatin şandin û birîndaran ji bo nexweşnaxeyan hatine veguhestin.
Îsraîl komên nêzîk Îranê hişyar dike
Heta niha nayê zanîn ku êriş ji aliyê kîjan hêzê ve pêk hatiye. Heta niha ne hêzên Heşdî Şabiyê û ne jî Hikûmeta Iraqê li ser bûyerê daxuyaniyeke fermî belav nekirine. Çavkaniyên herêmî dibêjin lêkolîn li ser şert û mercên êrişê didome. Lê tê payîn ku êriş ji hêla Îsraîlê re wekî hişyariyek li dijî komên nêzîk Îranê pêk hatiye.
Îhtîmala êrişên li ser hêzên nêzîk Îranê
Êrişa li Cerf Sexir di demek ku rageşiya di navbera Îsraîl, DYA û Îranê de zêde dibe de, pêk hat. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku herêmên Iraqê ku hêzên nêzîkî Îranê lê hebin dikarin di vê qonaxa nû ya rageşiyê de bibin hedefa êrişan.
Cefr Sexir baregeha yekemîn a Haşdî Şabî ye
Herêma Cerf Sexir ji sala 2014an ve wek herêmek leşkerî hatiye ragihandin û ji wê demê ve rê nehatiye dayîn ku xelkê herêmê vegerin ser cih û warên xwe. Herêm bi giranî di bin kontrola hêzên Heşdî Şabiyê de ye û di raporên ewlehiyê yên salên dawî de gelek caran navê ve herêmê derbas dibe.










