Bîlançoya şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de her ku diçe girantir dibe. Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku hevditin hene dê şer bidawî bibe. Îran jî bertekên hişk raber dike û dibêje “hevdîtin nîn in” û êrişan bersivdanê didomîne.
Daxuyaniyên Amerîka û Îranê yên hev nagirin her roj tên dubarekirin. Îsraîlê diyar kir ku sê rêbazên wan ên şer hene û da zanîn ku ew her sê rêbazan jî bi hev re bikar tînin. Wezîrê Parastinê yê Almanyayê jî diyar kir ku beriya şer dest pê bike kesî agahî nedaye Ewropayê û ev şer ne şerê wan e û got ew beşdarê vî şerî nabin.
Trump: Muzakerevanê Îranê ji tirsa kuştinê xwe aşkera nakin
Serokê Amerîkayê Donald Trump israr kir ku Îran dixwaze beşdarî danûstandinên aştiyê bibe lê nawêrin xwe eşkere bikin. Trump duh êvarê di şîveke ji bo endamên Komarî yên Kongreyê de axivî û wiha got: “Em bi rayedarên Îranê re danûstandinan dikin û bi rastî jî ew dixwazin bigihîjin lihevkirinekê. Lê ew ditirsin vê yekê bibêjin. Ew difikirin ku vê yekê bêjin dê ji aliyê gelê xwe ve bên kuştin.”
Wall Street Journal: Trump dixwaze xwe ji şerê dirêj ê Îranê dûr bixe
Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê, Donald Trump di rojên dawî de ji derdora xwe ya nêzîk re gotiye ku ew dixwaze xwe ji şerê dirêj yê li Îranê dûr bixe. Rojname eşkere dike ku Trump bi awayekî nefermî ji şêwirmendên xwe re ragihandiye ku ew bawer dike şer di qonaxên dawî de ye.
Şêwirmendê Netanyahu: Îran ji bo danûstandinan ne zelal e
Televîzyon CNN Intirnational bi Şêwirmendê siyasî yê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Ophir Falk re li ser hevdîtinên bi Îranê re hevpeyvînek kir. Şêwirmend Ophir Falk diyar kir ku Îran her tim derewan dike û ew pir baş fêrî vê aliyê Îranê bûne û wiha got: “Armanca sereke ya Tel Avîvê ev e ku gefên heyî yên rejîma Ayetullahan ji holê rakin.”
Ophir Falk derbarê şerê heyî de sê riyên muhtemel yê ji bo Îsraîl bigihîje armanca xwe û wiha rez kir: “Yek jê hilweşandina rejîmê ye, ya din ‘têkbirina’ kapasîteyên leşkerî yên Îranê ne û ya sisiyan jî berdewamiya danûstandinan e.” Herwiha em dikarin her sê rebazan jî bi hev re pêk bînin ku îro tişta tê kirin ev e.
Artêşa Îsraîlê: Em li Îranê êrîşan berfireh dikin
Artêşa Îsraîlê îro di ser hesabê xwe yê fermî de aşkera kir ku wan îro êrişên xwe yên hewayî yên li seranserê Îranê berfirehtir kirine.
Îranê pêla êrişa 82yemîn ragihand
Pasdarên Şoreşa yên rejîma Îranê ragihand ku wan wek beşek ji Operasyona ‘Soza Rast 4’, êrîşên nû li dijî tesîs û baregehên Amerîkayê yên li herêmê pêk anîne û diyar kirin ku ev pêla 82yemîn a êrîşan e.
Li Iraqê di 24 saetên borî de 23 operasyon
Hêzên wekîl yên piştgirên rejîma Îslamî ya li Iraqê dikin di daxuyaniyekê xwe de diyar kirin ku şervanên wan di 24 saetên borî de li seranserê Iraqê û li herêmê 23 êriş li dijî “baregehên dijmin” pêk anîne.
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê: Şerê li dijî Îranê ji bo aboriya cîhanî karesat e
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius şerê li dijî Îranê ji bo aboriya cîhanê wekî “karesat” bi nav kir û da zanîn ku bandorên wê jixwe diyar dibin. Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius li avahiya Parlementoya Awistralyayê bi rojnamevanan re axivî û di axaftina xwe de wiha got: “Welatên Ewropayê ji destpêka pevçûnê ve derbarê vê mijarê de nehatine agahdarkirin. Ev ne şerê me ye û ji ber vê yekê em naxwazin tevlî bibin.” Herwiha wezîr diyar kir ku bi lezgînî pêdivî bi çareseriyeke dîplomatîk û agirbestê heye.













