• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

    Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

    Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

    Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Balafirên şer êrişî ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir

    Balafirên şer êrişî ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir

    Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Serlêdana ji bo berdana girtiyê nexweş hate redkirin

Navenda Nûçeyan / AW

8 TÎRMEH 2025 - 17:26
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
Serlêdana ji bo berdana girtiyê nexweş Devrîm Ayik li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, ji sedî 76 astengdar e ji hêla dozgeriyê ve hate redkirin. 

Girtiyê nexweş Devrîm Ayik li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û rewşa wî giran e. Çavê Ayik ê rastê bi temamî û yê çepê jî ji sedî 70 nabîne. Her wiha guhên wî baş nabihîsin û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Rapora Ayik a “Ji sedî 76 astengdar e” heye. Ji bo Ayik sewqî Saziya Tipa Edlî were kirin, serlêdan hate kirin.

Beriya Ayik sewqî ATKê were kirin, di 17ê Nîsanê de derxistin pêşberî Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê. Lijneya nexweşxaneyê nirxandina “Hewcehî bi taloqkirina înfazê nîne” kir. Dozgeriyê jî ev rapor esas girt û serlêdana bi daxwaza berdana Ayik di 5ê Gulanê de red kir.

Ayik, têkildarî raporê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li dijî wî tên kirin, ji Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan re name şand. Newroz Uysal Aslan jî hem têkildarî pirsgirêkan hem jî têkildarî taloqkirina înfaza Ayik serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da.

Hiqûqa keyfî di meriyetê de ye

Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li gorî qanûnan nirxandina ATK’ê mecbûriyeteke û wiha hate gotin: “Lê ev hukmê aşkera di mînaka Devrîm Ayik de jinedîtî ve hatiye dîtin, rapora Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê esas hatiye girtin û bêyî sewqî ATKê were kirin, daxwaza ji bo taloqkirina tehliyeyê hatiye redkirin. Lê di rapora behsa xeberê de nexweşiyên piralî, pêş dikevin û yekser gefê li jiyana wî dixwin bi hûr û kûr hatine vegotin; dema bi raporê din re dide ber hev jî tê dîtin ku astengdariya wî zêde bûye. Ev ne tenê cotstandartiyeke, di heman demê de nîşan dide ku hiqûqeke keyfî di meriyetê de ye û mafê jiyanê yê girtî bi aşkerayî hatiye binpêkirin.”

Di berdewamê de hate diyarkirin ku erk û berpirsyartiya komîsyonê ye ku têkildarî kêmasiyên di mewzûatê de çareseriyan peyda bike û vê tavilê cîbicî bike. Her wiha hate xwestin ku komîsyon hem biçe serdana Ayik hem jî xebatên ku binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş bi dawî dike, bimeşîne.

Dozgerî serlêdana berdanê red kir

Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza ku Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê bibersivîne, pêşnûmepirs pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Di pêşnûmepirsê de wiha hate gotin: “Taloqkirina înfaza girtiyên nexweş, li gorî xala 16emîn a Qanûna Têkildarî Înfazkirina Cezayê û Tevdîrên Ewlehiyê ya bi Hejmar 5275, divê rapora lijneya nexweşxaneyên dewletê yên baş, ji hêla ATKê ve bên nirxandin. Anku nirxandina ATKê, li gorî qanûnan qonaxeke mecbûrî ye. Lêbelê, ev hukme di mînaka Devrîm Ayik de bi aşkerayî hatiye paşguhkirin; tenê rapora nexweşxaneyê esas hatiye girtin û bêyî sewqî ATKê were kirin jî dozgeriyê daxwaza berdanê red kiriye. Di vê rewşê de, rewşên ku dewletê ‘raporên nexweşxaneyê têr nakin’ girtiyên nexweş şandî ATKê hene û li rexa din jî ji bo girtî Devrîm Ayik ku rewşa wî giran e jî bi hinceta ‘rapora nexweşxaneyê bes e’ sewqî ATKê nehatiye kirin. Gelo ma ev ne nakokiyeke aşkerayî ye? Gelo wezareta we vê rewşa bi nakok û dijî mewzûatê çawa rave dike?”

Etîket: Devrîmgirtiredserlêdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mucteba Xamaneyî: Tengava Hurmuz weke zextekê dê girtî bimîne

Mucteba Xamaneyî: Tengava Hurmuz weke zextekê dê girtî bimîne

12 ADAR 2026
100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

10 ADAR 2026
‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

9 ADAR 2026
Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

3 ADAR 2026
Weqfa Nêrgiz Mihemedî: Jiyana girtiyên Îranê di bin metirsiyê de ne

Weqfa Nêrgiz Mihemedî: Jiyana girtiyên Îranê di bin metirsiyê de ne

2 ADAR 2026
Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûredîn Ehmed û Ahmed Şara li hev civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (923)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne