Serlêdanên ji bo 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ve tê lidarxistin, dest pê kr. Serlêdan dê heta 22yê Nîsanê bidome.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistî (Egîtîm Sen) ya Êlihê dest bi serlêdanên 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn kir. Ev pêşbirka weke çandekê tê lidarxistin. Serlêdan heta 24ê Nîsanê dê berdewam bike. Pêşbirk li ser navê helbestvanê navdar ê Kurd Cegerxwîn ku ji Êlihê ye tê lidarxistin. Kesê/a di pêşbirkê de bibe yekemîn dê bi 10 hezar lîre were xelatkirin. Kesê/a duyemîn jî bi 7 hezar û 500 lîreyî bê xelatkirin û kesê/a sêyemîn jî bi 5 hezar lîre dê bê xelatkirin.
Şaxa Egîtîm Senê diyar kir ku ew bi armanca geşkirina wêjeya Kurdî û handana helbestkarên nû pêşbirka helbestan bi rê ve dibe.
Şertên serlêdanên pêşbirkê wiha ne:
* Helbesta ku ji bo pêşbirkê bê şandin, divê bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatibe nivîsandin.
* Divê berhem berê beşdarî tu pêşbirkan nebûbe yan jî qet nehatibe weşandin.
* Her beşdar tenê dikare helbestek bişîne.
* Helbestên ku bên şandin, divê nehatibin çapkirin.
* Helbest divê bi wordê bê nivîsandin û ji navnîşana batman@egitimsen.org re bê şandin.
* Dosyeya ku wê bê şandin divê biyografiya helbestvan û agahdariya têkiliyê têde hebe.
* Şaxa Egîtîm Sena Êlihê xwediyê mafê çapkirina helbestên ku ji bo pêşbirkê tên şandin e.
* Serlêdan dê heta 22yê Nîsanê berdewam bike.
Her wiha encamên pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2026an Roja Zimanê Kurdî bê eşkerekirin.
Kesên ku jûriya pêşbirkê jî bikin ev in: Îrfan Anîda, Elîxan Loran, Nûroj Mûnzûr û Rêdûr Dîcle.







