• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Serledanên ANKA-DERê yên serdema nû dest pê kir

Mahmût Altintaş / AW

2 ÎLON 2025 - 08:07
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Enqere – Serlêdanên ANKA-DERê yên serdema nû dest pê kirin. Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan diyar kir ku ew bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî perwerdeyê didin û bang li welatiyan kir ku ji bo perwerdeya ziman serî li komeleyê bidin.

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), li dijî polîtikayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, di 12ê Hazîrana 2022an de li Enqere ava bû. ANKA-DER 3 sal in li Enqereyê xebatên fêrkirina ziman, çand û hunerê dike û heta niha gelek şagirt perwerde kir. ANKA-DER bi 3 zaravayên Kurdî ên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî perwerdeya ziman, ji aliyê hunerê vê jî dersên tenbûr û erbaneyê dide. Serîlêdanên ANKA-DERê yên ji bo serdama nû jî dest pê kirin. Welatiyên ku dixwazin bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî perwerde bibinin, dikarin serî li komeleyê bidin. Serîledanên ANKA-DERê dê heta meha Cotmehê berdewam bikin û di meha Cotmehê de jî perwerdehî dest pê bike.

Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan bi lêv kir ku ew bi 3 zaravayan perwerdehiya zimanê Kurdî didin û bang li welatiyan kir ku serî li komeleyê bidin û fêrî zimanê Kurdî bibin.

‘Fêrî zimanê xwe bibin’

Ferîde Akturan diyar kir ku piştî 15ê Gulanê ew dê polan diyar bikin û ev tişt gotin: “Di meha cotmehê de perwerdehiyên me wê dest pê bikin. Salê em 3 serdeman perwerdehiyê didin. Serdema yekem 3 meh in. Di meha Sibatê de em serdama 2an destpêdikin û heta meha Gulanê. Di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de jî em belgeyan didin xwendekaran. Di meha havînê de jî polen me berdewam dikin. Em bi 3 zaravayên Kurdî; Kurmancî, Kirmançkî û Soranî perwerdehiyê didin. Di Kurmancî de heta asta mamostetiyê perwerdehiya me hene. Lê di Kirmançkî û Soranî de jî asteke me heye. Em bang li hemû kesan dikin ku werin saziyên serîledan bikin û fêrî ziman bibin. Bi taybet jî ji bo hemû gelê me em bang dikin ku bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin û Kurdî fêr bikin.”

‘Eleqeyeke mezin ji bo Kurdî heye’

Ferîde Akturan destnîşan kir ku li Enqere eleqeyeke mezin ji bo Kurdî heye û  têkildarî mijarê wiha got: “Îsal eleqeyeke mezin ji bo perwerdehiya Kurdî heye. Bi taybet jî ya zarokan heye. Niha 2 polên me yên ji bo zarokan hene. Asta destpêk û asta yekemîn. Niha di pola zarokan de 20 şagirtên me hene. Malbat zarokên xwe tînin ku fêrî ziman bibin. Em jî bi drama û lîstikan zarokan fêrî ziman dikin. Komeleya me 3 sal in li Enqereyê xebatên xwe didomînin. Rastî jî ji bo gel pêdiviyek e. Piştî KURDÎ-DERê, li vir saziyeke ziman tune bû. Ji ber wê valahiyê jî di nava gel de eleqeyeke mezin çêbû. Me 7 mamostê gihandin e. Niha ew perwerdehiyê didin.”

‘Divê Zimanê Kurdî bibe xwedî statu’

Di dawiya axaftina xwe de Ferîde Akturan dîyar kîr ku daxwaza wan a bingehîn zimanê Kurdî wek fermî bibe zimanê perwerdehiyê û wiha pê dê çû: “Heke zimanê me xwedî statu bibe zêdetir pêşveçûn wê çêbibe. Niha pêvajoyek hatiyê destpêkirin. Di bingeha pirsgirêka Kurd de ziman heye. Netewek bi zimanê xwe dibe netew. Heke zimanê xwe nizanibe wê çawa bibe netew. Heke bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê di serî de mafê herî sereke ziman çareser bikin. Divê Zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê fermî yê perwerdehiyê. Zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin. Li gor pedagokan jî dema zarokek bi zimanê xwe perwerde nebînê ji aliyê derûnî ve jî gelek pirsgirêkan dikşînin. Ji ber wê jî daxwaza me ya yekem û bingehîn mafê zimanê Kurdî ye.”

Etîket: ANKA-DERFerîde AkturanPerwerdehiya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

2 ADAR 2026
Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

24 SIBAT 2026
Panela pirzimanî: Divê perwerdehiya pirzimanî bê dayîn

Panela pirzimanî: Divê perwerdehiya pirzimanî bê dayîn

22 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

Mazlûm Ebdî: Emê ji bo Kurdî bi Şamê re civînên nû çêkin

21 SIBAT 2026
ARÎ-DER û BOTAN-DER banga geşkirina zimanê Kurdî dike

ARÎ-DER û BOTAN-DER banga geşkirina zimanê Kurdî dike

20 SIBAT 2026
Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

19 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazirgan û welatiyên Geverê ji girtina deriyê sînor nerazî ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em jin her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola rojiyê xurme bi Remezanê re li ser hemû dezgeh û sifreyan cih digire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (242)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne