• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dest pê kir

Stenbol / AW

12 HEZÎRAN 2025 - 09:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serlêdanên ji bo 32yemîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir.

Serlêdanên ji bo “Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad” ku her sal ji bo bîranîna rojnameger-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) û xebatkarên Çapemeniya Azad ên dema li ser peywira xwe jiyana xwe ji dest dan tê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirk, ji hêla Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin û îsal dê ya 32yemîn bê lidarxistin.

Pêşbirk, di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Vîdeo û nûçeyên bidîmen”, “Wêne (Wênenûçe)”, “Karîkatur” û “Rojnamegeriya jinan” de tê lidarxistin. Her beşdar dikare tenê di beşekê de û bi berhemekê beşdarî pêşbirkê bibe.

Roja dawî ya serlêdanê weke 10ê Îlona 2025an hate eşkerekirin. Berhemên hatine hilbijartin dê di 18ê Îlonê de bên eşkerekirin. Xelat jî dê di dîrokeke ku rojnameyê eşkere bike de bi merasîmekê bên dayîn.

Şertên tevlibûnê

Şertên ji bo tevlibûnê hatine diyarkirin ev in:

* Li gorî şertên şertnameya teknîkî ya pêşbirkê hatiye diyarkirin, her kesên van şertan pêk bînin dikarin tev li pêşbirkê bibin.

* Tenê endamên desteya hilbijêr (sala ku jurî ye) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

* Divê berhem berê nehatibe weşandin yanî bi beşdar bi berhemê beşdarî pêşbirkek nebibe û divê piştî 10’ê îlona 2025’an hatibe weşandin.

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di demên berê de û di pêşbirkên bi vê pêşbirkê re hemwext hatine lidarxistin de xelat wernegirtî, mansiyon û pêşandana wê nehatiye kirin serlêdanê bikin.

* Heke ku berhemek wiha derkeve dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê were sepandin. Xelata ku werbigire dê were betalkirin. Heke beşdar xelat wergirtibe, divê li desteya pêşbirkê vegerîne. Heke beşdarek berhemek ku bişîne û berhem ne aydî wê/wî be û mudaxileyek û xapandinek li ber endamên jurî bike dê der barê beşdar de kar û barê binpêkirinê bê sepandin.

* Her beşdarên ku berhem bişîne pêşbirkê divê her şertên di şertnameyê de qebûl bike. Heke beşdarên ku li gorî van şertan tevnegerin dê li derveyî pêşbirkê bê hiştin.

*Heke berhem nehatibe weşandin navê berhem, cihê lê girtiye ango cihê lê xêz kiriye û dîroka wê binivisîne, heke berhem hatibe weşandin divê navê wê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û agahiyên dîroka weşandinê û kopyek weşandinê di dosyeyê de cih bigire.

* Beşdarvan divê raborî (biyografî), navnîşana xwe (telefon) û nivîsa agahiyên derbarê berhemê de û wêneyekî xwe li dosyeya serlêdanê zêde bikin.

*Berhemên hatine şandin dê li xwediyên wan neyên îadekirin û rojname dikare biweşîne.

Formatên şandinê

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di kategoriyên wek polîtîka, ekonomî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê de beşdarî pêşbirkê bibin.

* Heke nûçeya ku wê bişîne pêşbirkê di medya nivîskî de hatibe weşandin divê di formata PDF de bişîne, heke di medya înternetê de hatibe weşandin divê di formata Word de bişînin navnîşana e-mailê ya li jê rê hatiye nivîsandin.

* Vîdeo û nûçeyên bidîmen jî divê bi rêya wetransferê bên şandin. Hewceye lînka nûçeyên li ser medyaya înternetê hatine weşandin jî bên şandin.

Beşa wêne

Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Dema kişandina wêneyî, divê bi cih û navê nûçeyê bê diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPG’ê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12’yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya hilbijêr pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPG’ê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne “wêneyên nûçeyan” bin.

Beşa karîkaturê

Navên berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin, wê li quncika çepê ya jêrîn a li pişt berhemê bi etîketekê bên nivîsandin. Xêzkar di teknîka ku bi kar tîne de serbest e. Lê divê berhem orjînal bin. Berhemên çapkirî yên dîjîtal, bi şertê ku bi îmzeya hunermend (îmzeya şil) bin tên qebûlkirin. Pîvanên karîkaturê divê herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) û herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û divê bi tu zemînan ve neyê kirin. Karîkatur dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-mailê ya li jêrê hatiye diyarkirin re bên şandin.

Eendamên jûriyê

Juriya Nûçeyên Kurdî: Sîma Birokê, Munevver Karademîr, Îdrîs Kara, Bişar Durgut û Ramazan Olçen.

Juriya Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên bi Dîmen û Vîdeoyê: Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan û Mehmet Alî Çelebî.

Juriya Nûçegihaniya Jinan: Arjîn Dîlek Oncel, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş û Bîrcan Degîrmencî.

Juriya Wêneyan: Ramazan Ozturk, Oznûr Deger, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Mûrat Baykara.

Juriya Karîkaturan: Kemal Gokhan Gurses, Erceren, Asli Alpar û Ronî Batte.

Navnîşanên serlêdanê

Navnîşanên ku dê berhem jê re bên şandin:

* e-posta: apemusaozgurbasin@gmail.com

* Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

* Navnîşan: Taxa Şehîd Muxtar Kolana Bekar No: 7/3 Beyoglû/Stenbol

Etîket: Apê MûsaPêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azadrojnamegeriya KurdîRojnameya Yenî Yaşamê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

20 ÎLON 2025
Apê Mûsa li ser gora xwe hate bîranîn

Apê Mûsa li ser gora xwe hate bîranîn

20 ÎLON 2025
Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

Abdullah Ocalan: Musa Anter welatparêzekî herî kevn e

20 ÎLON 2025
Zanîngehê pankarta Apê Mûsa ya bi Kurdî asteng kir!

Zanîngehê pankarta Apê Mûsa ya bi Kurdî asteng kir!

29 GULAN 2025
Eyleme Babayîgît 3 rojî yo destbendkerde ya

‘Divê pênûsa rojnamegeran li erdê nemîne’

27 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (546)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne