Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen têkildarî rewşa Sûriyeyê çû Tirkiyeyê. Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi Serokkomarê Tirk re hevdîtin kir.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen têkildarî rewşa li Sûriyeyê serdana Tirkiyeyê kir. Ursula Von Der Leyen li Enqereyê bi Serokkomarê Dewleta Tirk Erdogan re hevdîtin kir. Ursula Von Der Leyen beriya serdanê daxuyanî da û diyar kir ku wê alîkariya mirovî bi Sûriyeyê re bikin. Von Der Leyen anî ziman ku rewşa li herêmê cihê hêviyê ye û bi bîr xist ku ‘rîsk û zehmetiyên’ wê jî hene.