• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    DMMOyê: Êdî bes e

    DMMOyê: Êdî bes e

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    Ayşe Gokkan dîsa nehat berdan

    5 rojnameger hatin darizandin

    5 rojnameger hatin darizandin

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    DMMOyê: Êdî bes e

    DMMOyê: Êdî bes e

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    Ayşe Gokkan dîsa nehat berdan

    5 rojnameger hatin darizandin

    5 rojnameger hatin darizandin

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serokê Baroya Amedê: Divê meclis komîsyonê ava bike 

Omer Demîr / AW

10 TÎRMEH 2025 - 08:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku dema çekan xelas bûye û dê siyaset dê pêş bikevê. Abdulkadîr Guleç xwest êdî dewlet li gorî vê gav biavêje û komîsyonê ava bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12ê Gulanê de encamnameya kongereya xwe eşkere kir û ragihand ku xwe fesix kiriye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de bi dîmen bangekeke dîrokî bi raya gitşî re parve kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajo gihiştiye qonaxeke nû û banga çekberdanê li gerîlayan kir. Piştî wê banê di nava civakê de tevgerekê dest pê kir. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî bangê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Ev peyam destpêkirina pêvajoyeke nûye’

Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ev peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidîmen berdewama bangawaziya 27ê Sibatê ye û got: “Piştî 26 salan cara yekemîn Birêz Abdullah Ocalan bi dîmen peyamê dişîne. Ev gelek giring e. Ev peyam xilasbûna pêvajoya çekan e. Ev bang dibe destpêkirina pêvajoyeke nû. Têkoşîna siyaseta demokratîk dê dest pê bike. Ev bang nîşan dide ku rê û rêbaz demokrasî û siyaseta demokratîk e. Ev tişt bi cih neyên dê pêvajo jî qut bibe. Lewra hemû kes çiqas tev li pêvajoyê bibin pêvajo jî di aliyê gel de ewqas xurt bibe. Dê pêvajo bêastengî çareser bibe. Daxuyaniyekî dîrokî ye. Dewrek hat girtin dewrekd nû dest pê dike.”

‘Divê komîsyon bê avakirin’

Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniyê xwe de parlamentoyê nîşan dide û wiha pê de çû: “Kesên ku çek berdana dê çawa tev li civak û siyasete bibe? Ev tişt gelek giring e. Ez bawerim ku li ser van mijaran hatiye axaftin. Hewceye pêvajo bi lez xilas bibe û li gorî wê zagon were derxistin. Divê komîsyon bê avakirin û di komîsyonê de ev tişt bên nîqaşkirin. Li vir tevahî partî fikrên xwe bînin ziman. Biryarek baş ji bo pêvajo û civakek demokratîk dê derkeve.”

‘Divê desthilatdar li gorî pêvajoyê gav biavêje’

Abdulkadîr Guleç bi bîr xist ku hin gav hatine avêtin lê ev gav hêj jî pirsgirêka Kurd çareser nake û wiha berdewam kir: “Peyama bi dîmen gaveke erêniye. Ev 26 sal e gelê Kurd dixwest ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe. Îro birêz Abdullah Ocalan bi dîmen tev li pêvajoye dibe. Ev gelek giring e. Lê tenê bi dîmen pirsgirêkê çareser nake. Ez bawerim ku di rojên pêş de gavên giring dê li meclisê bêne avêdin. Em hevî dikin ku li meclisê komîsyon bê avakirin. Ji xwe birêz Abdullah Ocalan di peyamê de dibêje ku kî pêşî gav bavêje ne giring e. Tiştên giring ew e ku hatina dawiya pêvajoyê ye. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ku, ‘Azadiya min bi azadiya civakê re girêdayî ye. Civak çiqas azad bê ez jî ewqas azad im. Min vê pêvajoyê ne ji bo azadiya xwe aniyê dest pê kirin.” Civak dê çawa azad bibe, gavên çawa bên avêtin di vê pêvajoyê de ew giring in. Piştî çek berdanê divê desthilatdar jî ji bo pêvajoyê gav biavêje.”

‘Divê civak destê Birêz Abdullah Ocalan xurt bike’

Abdulkadîr Guleç herî dawî anî ziman ku divê civak ji bo xurtkirina pêvajoyê bêtir beşdî xebatan bibe û wiha bi dawî kir: “Divê civak jî li pişt bangawaziya Birêz Abdullah Ocalan bisekine. Rewşenbîr, gel, hiqûqnas û hunermend çiqas karibin piştgiriyê bidin pêvajoyê û tev li pêvajoyê bibin ê ew qas karibin pişta birêz Abdullah Ocalan xurt bikin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

11 ÎLON 2025
Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê

11 ÎLON 2025
DMMOyê: Êdî bes e

DMMOyê: Êdî bes e

11 ÎLON 2025
‘Bê sûc ceza dikin’

Ayşe Gokkan dîsa nehat berdan

11 ÎLON 2025
5 rojnameger hatin darizandin

5 rojnameger hatin darizandin

11 ÎLON 2025
Kurd dê di Festivalê de sînoran ji holê rakin

Kurd dê di Festivalê de sînoran ji holê rakin

11 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (189)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne