Êlih – Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Ahmet Şîray têkildarî pêvajo û mafê hêviyê diyar kir ku divê meclis rola xwe bilîze û mafê hêviyê nas bike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12ê Gulanê de encamnameya kongereyê aşkere kir û xwefesixkir. Pişt re, di nava gel de ji bo dewlet gav biavêje bendewarî pêş ket. Hefteyên borî Wezareta Dadê paketa darazê aşkere kir û di meclisê re derbas kir. Lê ji bo girtiyên siyasî û nexweşan biryarek erênî derneket.
Nûner û rêveberên saziyên civakî û mafên mirovan li hemberî vê helwesta dewletê bi bertek in. Hevserokê Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê Ahmet Şîray ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Pêwist e mijara girtiyên nexweş her dem di rojevê de be’
Ahmet Şîray diyar kir ku pêwist be girtiyên nexweş ji pêvajoyê sûdê bigirin û wiha axivî: “Mijara girtiyên nexweş mijara hemû mirovan e. Divê mafê girtiyan her dem di rojevê de be. Hem li gorî zagonan Tirkiyê û peymanên gerdûnî hewce ye divê Tirkiye mafên girtiyan biparêze. Divê dewlet her dem li gorî zagonên xwe nêzî mafên girtiyan bibe. Di girtîgehên Tirkiyê de Hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ev tenê tespîta ÎHDê ye. Lê hejmar gelek zêdetir e. 335
girtî rewşa wan giran in û nikarin bi tenê bijîn. Divê vana li nexweşxaneyê tadawî bibin. Lê wan ji çend mehan carekê dibin nexweşxaneyan.”
‘Divê qanûna TMKê bê rakirin’
Ahmet Şîray bibîrxist ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir û xwest PKKê xwefesix bike, PKKê biryar pêk anî û got: “Ji bo kesên çek hilgirtibûn, çekan berde û tev li siyasetê bibe, divê dewlet zagonan biguherîne. Divê qanûnan ji nûve rast bikin. Divê qanûna TMKê bê guhertin. Divê dewlet zenîma vê yekê ava bike. Ji bo vê yekê divê saziyên civakî, partiyên siyasî, meclis erka xwe pêk bîne. Divê ÎHD û saziyên sivîl ji bo aştiyêk mayînde rola xwe bilîze û dengê xwe bilind bike. Divê li ser vê meseleyê panel û komxebat pêk bînin û daxwazên ji vir derketin têxin meriyetê. Divê her sazî û rêxistin ji bo çareseriyê kar bike.”
‘Divê xizmên windayan bên îknakirin’
Ahmet Şîray destnişan kir ku di navbera du aliyan de şer heye û got: “Şer derûniya gel xera dike. Ji ber şer bi hezaran mirov winda bûn. Îro hejmera kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn. Di 52 salan de nêzî 100 hezar kesan jiyana xwe dest dan. Ji bo xizmên van kesan aştî ne hêsan e. Divê ewil xizmên windayan bên îknakirin.”
‘Divê demildest girtiyên nexweş berdin’
Ahmet Şîray destnîşan kir ku ev pêvajo bi encam bibe, pêwist e gav li gorî hiqûq û mafên mirovan bêne avêtin û wiha berdewam kir: “Gel ji pakêta darazê bi hevî bû. Xizmên girtiyan pir bi hêvî bûn. Lê mixabin hêviya wan vala derket. Pakêt di meclisê re derbas kirin, lê nabe berîva pêvajoyê. Bi taybetî girtiyên nexweş divê bêne berdan. Divê TMK bê rakirin. Ji bo aştiyêk mayînde divê gavên hiqûqî bêne avêtin. Divê demildest girtiyên nexweş bêne berdan. Girtiyên nexweş tevî raporan nayên berdan. Divê meclis jî gav biavêje.”
‘Li dijî pîvanên gerdûnî tev digerin’
Ahmet Şîray da zanîn ku mafê hêviyê mafê mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Îro 4 hezar girtî henê ku ji mafê hêviyê sûdê bigirin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan e. Ji xwe ev hejmar hejmara fermî ya dewletê ye. Wezareta Dadê hejmar aşkere kir. Divê tu kes heta dawiya emrê xwe girtî nemîne. Girtina heta heta îşkence ye. Hesê heta heta girtî be, dizanê ku heta dawiya emrê xwe xizmên xwe nabîne û dernakave derve. Ev îşkence ye. Divê zagon bên guhertin. 4 hezar girtî li heviya mafê heviyê ne. Divê dewlet zagonan biguherîne û peymanên navneteweyî nas bike.”