Wan – Dayikên Aştiyê yên ku tev li çalakiya danîna şitlên 4ê Nîsanê bûne wiha gotin: “Serokê me jîyan li me dayikan ronî kir. Em daxwaza azadiya fizikî ya Serokê xwe dikin. Heya ew azad nebe em jî azad nabin.”
Rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û gelek navnendên cîhanê bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin. Yek ji van bernameyan jî danîna şitlên daran bû ku êdî bûne sembola 4ê Nîsanê. Dayikên Aştiyê yên ku tev li çalakiya danîna şitlan bûn, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.
‘Em hêvî dikin ku ev şitil bibin şitlên azadiya Serokê me’
Dayikên Aştiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û wiha gotin: “4ê Nîsanê rojeke pîroz e. Em vê rojê li şervanan, li hemû Kurdan û li cihanê pîroz dikin. Serokê me jîyanê, li me dayikan ronî kir. Serokê me cihan rakire ser pêyan. Em daxwaziya azadiya fizikî ya Serokê xwe dikin. Heya ew azad nebe em jî azad nabin. Em hêvî dikin ku ev şitil bibin şitlên azadiya Serokê me û em 4ê Nîsana sala tê bi Serokê xwe re pîroz bikin.”














