Serokê Meclisa Şêwirê yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku Libnan jî dikeve nava agirbestê û li dijî êrişan hişyariyên tund da.
Serokê Meclisa Şêwirê ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku Libnanê beşek ji peymana agirbesta di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye ku jê qut nabe û destnîşan kir ku her binpêkirineke agirbestê wê rastî bersivên xurt bên.
Qalîbaf di peyama li ser hesabê xwe yê fermî X’ê de ev got: “Libnanê û hemû eniyên berxwedanê beşek ji agirbestê nayê cudakirin, ji ber ku hevalbendên me ne. Her binpêkirinek ji bo bendên agirbestê wê lêçûn bilind bin û bersiv xurt bin. Niha şewatan vemirînin.”













