Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji komên partiyan re nameyek şand û der barê hejmara endamên partiyan ên ku dê beşdarî komîsyonê bibin ew agahdar kirin.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, têkildarî naveroka Komîsyona ku dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê bê avakirin, nameyek ji komên partiyên siyasî re şand. Li gorî nameya Kûrtûlmûş şandiye, di dê Komîsyona Meclisê de 51 kes cih bigirin. Ji van 51 kesan AKP dê bi 21, CHP bi 10, DEM Partî bi 4, MHP bi 4, ÎYÎ Partî bi 3, Yenî Yol jî bi 3 wekîlan dê bên temsîlkirin.
Dê ji partiyên HUDA PAR, YRP, Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP) û Partiya Demokrat (DP) ku di Meclîsê de komeke wan tune ye, di komîsyonê de ji her yekê wekîlek cih bigire.