Serokê sîxurtiyê yê rejîma Baasê Tahir Celîl Hebûş ê dema Saddam Huseyîn ku di komkujiyên li dijî Kurdên hatine pêkanîn de rola wî hebû, li bajarê Hewlêrê krîza dil derbas kir û mir.
Efserê Sîxurtiyê yê serdema Baasê Salîm El-Cumeylî, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal a Xê ragihand ku Serokê Sîxurtiya yê Rejîma Baasê Tahir Celîl Hebûş ê di serdema Serokê Iraqê yê berê Seddam Huseyîn de li ser erkê bû li Hewlêrê miriye.
3 roj şîna berpirsê Enfalê
Ya sosret ew e ku Salim Cumeylî diyar kir ku şîna Tahir Celîl Hebûş dê di Mizgefta Celîl Xeyat a li Hewlêrê sê rojan were danîn.
Tahir Celîl Hebûş, di sala 1950an de li Tikrîtê ji dayik bû. Hebûş bi nêzbûna Sedam Huseyîn û rola xwe ya di pêvajoya Enfalê, Enfala Barzaniyan, kuştina çalakvanên siyasî yên Kurd û zilma Raperînê de tê nasîn. Hebûş di dema xwe de ragihandibû ku Enfal pêvajoyek rast bû û bi pêkanîna qanûnî hatiye pêkanîn. Her wiha di serdema desthilatdariya Baasa de Walitiya Zîqarê, Walitiya Wasitê, Rêvebertiya Giştî yê Polîsan, Rêvebertiya Nivîsgeha Elî Kîmyewî, Rêvebertiya Asayîşa Giştî û Serokatiya Saziya Îstîxbarata Baasê kiriye.
Piştî rûxandina rejîma Baasê, Amerîkayê yek mîlyon dolar xelat ji bo kesên cihê wî eşkere bikin diyar kiribû. Tevî ku parastin û veşartina endamên partiya Baasa faşîst li gorî qanûna ‘Tunekirina Koka Baasê’ wek sûc were hesibandin jî piştî sala 2004an hejmarek zêde endam û berpirsên payebilind ên rejîma Baasa dîktator li Hewlêrê mirin.
Aliyên Şîe yên Iraqê gelek caran anîn ziman ku bermayiyên Baasê li bajarê Hewlêrê ne, ji aliyê PDKê ve tên parastin. Lewre ev alî êrişî Herêma Kurdistanê kirin û vê yekê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar anîn.







