Cezayê girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, ji aliyê Serokkomarê Tayyîp Erdogan ve hate betalkirin.
Li ser daxwaza Wezareta Dadê, cezaya girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, bi biryarnameyeke ji aliyê Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan ve hatiye weşandin ve hat betalkirin.
Endamê Komîsyona Edaletê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêrê Îdîrê Kerîm Boran, bi hinceta ku du malbatên di nabera wan de rageşî hebû li hev aniye, tevî 8 kesên temenê wan mezin di sala 2021an de ceza lê hate birîn. Boran, ji 2021ê ve girtî ye û nexweşiyên wî yên weke dil, qelewî, KOAH, prostat û parkînsonê hene. Saziya Tiba Edlî (ATK) di 2yê Cotmeha 2023yan de der barê Boran de rapora “rewşa kalbûnê heye” da. Lê belê tevî vê raporê jî Boran nehatibû tehliyekirin.
Parêzerê Boran, piştî vê biryarê di çarçoveya “Efûya serokkomar” de serî li Wezareta Dadê dabû. Wezaretê, di 18ê Îlona 2024an de tevî rapora ATKê serlêdan şand ji bo Serokkomariyê.
Serokkomar Erdogan der barê Boran de biryarname weşand û cezayê wî betal kir.
Tê payin ku Boran ji hepsê were berdan.