Serokwekîlên Koma AKPê Meclîsê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan kirin û hevserokan vexwendin resepsiyona vekirina Melîsê.
Serokwekîlên Koma AKPê Abdullah Guler û Ozlem Zengîn li Meclîsê serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan kirin. Serdan li odeya hevserokên DEM Partiyê pêk hat. Piştî hevdîtinê li ser pirsên rojnamegeran, Abdullah Guler anî ziman ku di çapemeniyê de derketiyê pêş ku Serokkomar Erdogan li Desteya Giştî ya Meclîsê bi destê Tulay Hatîmogullari negirtiye û da zanîn ku ev agahî şaş e hatiye şîrovekirin û ji ber vê yekê di serdanê de ji hevserokan lêborînê xwestin e. Her wiha serokwekîlên Koma AKPê di serdanê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê vexwendin resepsiyona vekirina Meclîsê.













